Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Obama: Rêkevtina navbera Îran û 5+1, destê Îranê bo gihîştin bi çekên nevikî kurt dike

18:30 - 24 Çirriya paşîn 2013

Kurdistanmedia: Rejîma Îranê û welatên 5 + 1 li sêyemîn gera danûsitandinê de sibaret bi pirogirama navekî ya rejîma Îranê gehiştine rêkevtin, lê her yek ji aliyan lêkdanên xwe di vê rêkevtinanê de hebûye.
Mijara cuda ên ra û lêkdanên her du aliyên danûstandinê wate rejîma Îranê û girupa 5 + 1 li ser pirogirama navekiya Îranê paş konferansa rojnamevanî ya rûniştina derkevt ku her di vê konferansê de her yek ji wan lêkdanên cuda ji vê rêkevtinê anîne ber bas.
Can Kêrî wezîrê derve yê Amrîkayê, ragihand mafê pîtandîna oraniymê di vê rêkevtinamê de bi Îranê nehatiye dan.
Koşka sipî ya Amrîkayê di vê pêwendiyê de daxuyaniyek bilavkir û têde hatiye ku Îran îzna pîtandina %5 oraniyomê heye û li hember ve de dibe pîtandina %20 ragire û pûçel bike.

Obama di vê pêwendiyê de ragihand: Ew rêkevtina destê Îranê bo gihîştin bi çekên nevikî kurt dike.
Li gor rêkevtina sêyemîn rûniştina rejîma Îranê û girupa 5 + 1 çalakiyên navekî yên Îranê di 6 heyvên paşeroj de li jêr çavdêriya har du aliyên danûstandinê de dibe û her wusa Îran di vê heyamê de îzna çalakî ya avedankirina Erak, Netenz û Ferdoyî nabe.

Sêyemîn gera gotubêja rejîma Îranê û girupa 5 + 1 Çarşemî 20\'ê Çiriya Paşîn a 2013\'an dest pêkir û îro bi dawî hat.