Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Opêk: Berhema petrola Îranê kêm bûye

22:18 - 11 Nîsan 2013

Kurdistanmedia: Berhema petrola Îranê li meha Adarê li gor meha berbas bûyî rojane 49 hezar boşke kêm bûye.

Rêxistina Opêk 10’ê Nîsan a 2013’an ragehand ku petrola Îranê li meha Adarê, li gor maha derbas bûyî, 49 hezar boşke kêm bûye.

Li gor nûçeya han, meha Adarê rojane 2 milyîon û 675 hezar boşkê berhema petrolê di Îranê hebû ku gorî meha derbas bûyî, rojane 49 hezar boşke kêmtir bûye.

Li gor nûçegehaniya malpera “Radyo Ferda”, dorpêçên ku ji aliyê Amrîka û Weropa yê bo ser rejma Îranê li 8 û 9’ê Tîmeha 1391’a rojî, bandora xwe hebûye û li gor amarên ku hatine bilav kirin, miyangîna berhema petrola Îranê ji sala 2012’an rojane 2 milyîon û 742 hezar boşke bûne ku li gor sala 2011’an nîzîkê 890 hezar boşke kêm kiriye.

Îranê ku di sala berbas bûyî duyemîn welat bûye bo çêkirina petrola Opekê bûye, lê aniha û paş dorpêçên li ser, paşan Erebistan, Îraq û Kuyêt li asta çarim de bûn.

Îmarat ku paş Îranê li rêjeya pênçim de bû, rojane tenê 17 hezar boşke li Îranê kêmtir berhem tîne ku li gor rewşa nihaya rejîma Îranê û dorpêçên li ser paş tesvîb kirina sinaya Amrîkayê li ser wî welatî bê bilav kirin, îtimala vê heye ku rêjeya berhem petrola Îranê pişt ser xwe bihêle.