Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Otobûsa hilgirê nûçegihanên jîngehê di rêya Nexedê de vergeriya

17:51 - 24 Hezîran 2021

Roja Çarêemî 23ê Hezîranê, Otobûseke hilgirê nûçegihanên jîngehê li rêya nexedê vergeriya ku di encamê de 2 nûçegihanan canê xwe ji dest da û çendîn kes jî birîndar bûn.

Di wê otobûsê de ku hilgirê 26 kesan bûye, piraniya wan kesan nûçegihan bûne û ji wan 26 kesan 21 kes birîndar bûne û 2 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Nasnameya wan 2 niçegihanan ku canê xwe ji dest dane ew in: “Rêyhane Yasînî û Mehşad Kerîmî” ku nûçegihana “IRNA û ISNA” ê bûne.

Wan nûçegihanan serdana tûnela “Kanî Sêw” a bajarê Pîranşarê kiribûn û di rêya zivirandinê de rastî wê bûyerê hatine.

Karbidestên rejîma Îranê gotine ku tormuza wê otobûsê qut bûye lewma rastî wê bûyerê hatiye.

Projeya tûnela “Kanî Sêw” projeyeke ewlehî ye û vergerandina wê otobûsê cihê şik û gumanê ye.