Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

PAKê bi hilkefta 74`emîn salvegera şehîdbûna Pêşewa Qazî Mihemed peyamek belav kir

13:43 - 1 Nîsan 2021

Partiya Azadiya Kurdistanê li 74`emîn salvegera şehîdbûna yekemîn Serkomarê Kurdistanê, Pêşewa Qazî Mihemed di peyamekê de ragihand: “Em Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî bi giramî bi bîr tînin û gelê Kurdistanê Pêşewa Qazî Mihemed û şehîdên Kurdistanê ji bîr neke.”

Peyam wiha ye:

Serkomarê Komara Kurdistanê Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî li roja 31`ê Adara 1947`an, li bajarê Mihabada Rojhilatê Kurdistanê, li meydana Çarçirayê, ji aliyê dewleta Îranê ve hatin darvekirin.

Jiyan, helwest, şexsiyet û wasiyet û parastinnameya li mehkemê ya Pêşewa Qazî Mihemed di eslê xwe de rêbaz û hişmendiya Kurdistanî pêşkêşî me dike.

Wasîyet û parastinnameya Pêşewa Qazî Mihemed ji bo îro jî wazîfeyên me yên netewî û dîrokî nîşanî me didin.

Gelê Kurdistanê dê Pêşewa Qazî Mihemed û şehîdên Kurdistanê ji bîr neke.

Helwesta Pêşewa Qazî Mihemed ya bi rûmet û nesîhetên wî îro jî di têkoşîna azadiya Kurdistanê de rêya me rohnî dike.

Em di 74`emîn salvegera darvekirina wan de Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bi bîr tînin.

Partiya Azadiya Kurdistanê

31`ê Adara 2021`an