Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pakistan û Portugal hevwelatiyên Îranê re vîzayê nadin

17:27 - 6 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Dorpêçên navneteweyî yên li dijî rejîma Îslamî a Îranê, û kiryarên teroroîstî yên vê rejîmê, welatên wekî Pakistan û Purtqal neçar kir da ku, vîzayê ji hevwelatiyên Îranê re nedin.

Li gorî raporên belavbûiy, piştî pêşîgirtina ji hesaba bankî a balyozxaneya Îranê, li bajarê Kuwêtiyê a Pakistanê, dana vîzayê ji hevwelatiyên Îranê re, hate sekinandin, û ev raporane li gorî gotina berpirsên “Hebîb Bank” a li bajarê Kuwîtiyê hatine ragihandin û  dorpêçên li dijî vê rejîmê sebeba pêşîgirtin a hesaba bankî a Balyozxaneya Îranê ya li Kuwîtiyê dane zanîn. 

Rejîma Îslamî a Îranê bi sedema piştevanîkirin ji terorîzim û afinrandina aloziyan di deverê de, rastî dorpêçên navneteweyî hatiye.

Her di vê pêwendiyê de, balyozxaneya Purtgalê jî hemû karên girêdayî bi dana vîzayê  ji hevwelatiyên Îranê re, heya demeke nediyar daye sekinandin, û wê balyozxaneyê bi bê zelalkirina sedemên vê kiryarê, di berdewamiya daxuyaniya xwe de, daye zanîn ku, daxwazkariya vîzayê bo hevwelatiyên Îranê bo heyameke nediyar dane sekinandine.

Herwisa karnasên siyasî, ev biryara welatê Purtgalê di rasta berxwedanî û pêşîgirtin ji çalakiyên terorîstî  yên rejîma Îslamî a Îranê, dane zanîn.

Terorîstên rejîma Îranê di Pûşpera sala 1397`an dixwastin, bi danîna bombeyekê di cihê kombûna hezaran kesên li dijî vê rejîmê li bajarê Parîsê, dest bi komkujiyê bidin û bi agehdarbûna hêzên dije terorê yên Fransayê, ev kiryara terorîstî a rejîmê bê encam ma, û vê kiryara terorîstî welatên Ewropay jî, neçarkir da ku biryarên tund û micid li dijî rejîma Îranê bidin.