Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Paqij kirina bajarê Mihabadê ji aliyê alîgirên jînge parêziyê ve

14:03 - 13 Tîrmeh (Temûz) 2013

Kurdistanmedia: Alîgir û çalakvanên jîngeh parêzî a bajarê Mihabadê cihên giştî ên vî bajarî paqij kirin.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, hejmarekî berçav li hevwelatiyan û alîgirên jîngeh parêzî a bajarê Mihabadê ku keç û kur tevî hev têkuşan cihên giştî paqij kirin.
Welatiyên han serbarî paqijkirina cihan, nivîsîna parastina jîngeh jî li nav xelkê de bilav kirin.
Hemwelatiyên bajarê Mihabadê heyam bi heyam dest didin bo paqij kirina cihên giştî û hevdem piştî kom kirina zibil û aşqalan nivîsîna parastina jîngeh bilav diken.