
Komek ji endamên parlemana Ewropayê daxwaz ji hikûmeta Tirkîyê kirine ku “Selahedîn Demîrtaş” Hevserokê Berê yê HDPê demûdest bê azadkirin.
Endamên parlemana Ewropayê di nameyekê de li dadgeha mafê mirovî ya Ewropayê daxwaza azadkirina “Selahedîn Demîrtaş” siyasetmedarê Kurd û Hevserokê Berê yê HDPê kirine ku ji rêya dadgeha mafê mirovî ve givaşê bixine ser hikûmeta Tirkiyê daku “Selahedîn Demîrtaş” azad bikin.
Herwisa wan endamên parlemana Ewropayê dane zanîn ku, tohmetên bi ser “Selahedîn Demîrtaş” de hatine sepandin nerewa ne û ragirtina wî di girtîgehê de binpêkirina mafê mirovî ye.
Selahedîn Demîrtaş Payîza sala 2016an bi tohmeta alîkarîkirin digel Partiyên opozisiyon yên dijberê hikûmeta Tirkiyê hetibû girtin û heta niha jî di girtîgehê de ye.