Girtiyên siyasî di girtîgeha Urmiyê de li derheq binçavkirina lawên Kurd bi dest hêzên serkotkar yên rejîma Îranê peyamek belav kirin.
Peyam wihaye:
Em wekî komek ji girtiyên siyasî li parêzgeha “Urmiyê” girtin û binçavkirina lawên Kurd şermezar dikin, di deve devê destpêka meha piroz a Rêbendanê, hêzên tepeserkare rejîma Îranê, lawên Kurd bi bê hebûna belgeyan binçav diken û bo lêpirsînê wan di odeyên take kesî radigre.
Karbidestên rejîmê bi wan karên xwe cehdê dikin ku gelê mafxwazê Kurd çavtirsandî biken û wisa dizanin ku lawên mafxwaz û şorşgêrên Kurd dê teslîmî wan bibin, lê fikir ji wê hindê nekirine ku eva bi dehan sale ku mala me dişewtînin û axa me dagîr dikin û me dikujin lê di dawiyê de her ewin ku bi destê polayîne gelê Kurd bi kulfengê dîrokê bêne spartin.
Bijî Kurd û Kurdistan
Bijî Hizba Demokrat
Serkewît Rasan
25ê Befranbara 2720 a Kurdî