Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Parek ji parêzerên Îranê piştgîriya xwe bo kirêkarê mangirtî ragehandin

16:43 - 22 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia: Parek ji parêzerên Îranê bi belavkirina daxuyaniyekê, piştgîriya xwe bo kirêkarên mangirtiye Fûlada Ehwazê û NeyşekeraHeftepe ragehandin.

Wan parêzeran di daxuyaniya xwe da ragehandine ku, daxwazên kirêkaran yasayî ne û pêka benda 27 ya yasaya rêjîma Îranê bixwe jî be, ewan kirêkaran mafê mangirtin û anîna ber base ya daxwaziyên xwe hene, lewma nabe bi tund û tîjî û girtin û gefan reftar bête kirin , û heçî tepeseriyeke kirêkaran û guhnedana bi daxwaziyê wan, berevajiyê yasayê ye.

Parêzeran li vê daxuyaniya xwe de ragehandine ku ev di warê yasayî û mirovî û sinfî xwe piştîvanê kirêkaran dizanin û daxwaz ji berpirsan kirine ku daxwazên kirêkaran pişt guhê xwe ve nehawêjin, û hurmetê bo mafê mangirtinê bona anîna ber basa daxwaziyan dabinê.

Di daviya daxuyaniya parêzeran de hatiye, em her cure tund û tîjî û tepeseriya kirêkaran şermezar û îdane dikin û daxwaz dikin ku bilez hemi kirêkarên girtî bê qeyd û şert serbest berdin.