Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Parek ji xwendekarên zanîngeha Urmiyê kombûna nerizayetiyê lidar xistin

10:53 - 30 Kanûna pêşîn 2020

Xwendekarên zanîngeha Urmiyê bi hegera piştguhxistina daxwazên xwe ji aliyê berpirsên zanîngehê ve, nerizayetiya xwe dane xuyakirin.

Roja 29ê Kanûna pêşîn a 2020an, xwendekarên zanîngeha Zanistiya Pizişkî ya Urmiyê, bi nerizayetînîşandan li hember guhnedana berpirsên wê zanîngehê bi daxwaziyên wan di nava zanîngehê de dest kirine kombûnê û silogangotinê.

Wan xwendekarên nerazî, di hewşa zanîngehê de kombûn lidar xistin û li hember biryara diyarîkirina demke kêm bo wergirtina dana bersiva ceribandinan, herwisa pirsgirêka xwandina bi awayê onlain û bêpariya hejmarekî zaf ji xwendevanan ji îmkanatên wekî înternêt û aypat û givaşxistina zêdetir a berpirsan bo ser xwendekaran, dest avêtin bi nerizayetiyê.

Wan xwendekarên zanîngeha Zanistiya Pizişkî ya Urmiyê ser kaxezan silogan û daxwazên xwe nivîsîbûn û daxwaz dikirin ku berpirsên zanîngehê bên bersiva wan bidin.

Lê daxwazên wan xwendekaran jî wekî daxwaziyên zaf qat û texên xelkê Îran û Rojhilatê Kurdistanê, bê bersiv man.