Parêzgarê Kirmaşanê, “Hûşeng Bazwend” îdia dike: “Dewlet tevî hebûna dorpêçan û pirsgirêkên aborî, bi başî prosa nûjenkirina deverên zirarberketî yên erdhejê bi rê ve biriye” û herwisa îdia kiriye ku “ji wê krîzê, defeteke herî mezin afirandiye”.
Roja Sêşemî 2ê Adarê, Parêzgarê Kirmaşanê, “Hûşeng Bazwend”, îdia kir ku dewlet tim pirsgirêkên berketiyên erdheja 21ê Xezelwera sala 1396an a Rojî, tevî hebûna arîşeyên aborî me pirsgirêkên wan çareser kirine û krîz bi derfetan weguheriye û bervajiyê paşhatên krîzan, dewletê nehiştiye ku hejarî, koçberî û krîza bêkariyê hebe”.
Piştî nêzê bi 4 salan hêj xaniyên bi nîvehirifî an derbepêketî di parêzgeha Kirmaşanê de, her demê carekê li ser hejarekê de dihlûşe û canê ji wan distîne.
Di erdheja parêzgeha Kirmaşanê de ku bi pîvera rîxter 7.3 bû, zêdetir ji 600 kes bûne qurbanî û 10 hezar kes jî birîndar bibûn û rejîma Îranê bi xemsarî piraniya hewcehiyên destpêkî yên wan jî dabîn nekiribû.
Xelkê Îranê bi taybet ji parêzgehên Kurdistanî zêdetirîn asta hevkarî bo berketiyên erdhejê kirin û alîkarîdan bi qasekî zêde bû ku heta welatiyên Kurd bona gihandina hewcehiyên wan, ji canê xwe derbas dibûn, wekî şehîd “Ebûbekir Meirûfî” ku canê xwe kire qurbanî.
Ew perpirsê rejîma Îranê bi wan gotinên çewt dixwaze neşiyan, xemsarî, guhnedan bi pirsgirêkên xelkê û cudatîdanînên berpirsên rejîmê perdepoş bike.