Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Parêzgeha Îlam û Kirmanşah pileya duyem û sêyem a bêkariyê di asta Îranê de hene

15:00 - 31 Gulan 2013

Kurdistanmedia: Bêkarî di Îranê de gihiştiye astek bilind û parêzgeha Kirmanşah û Îlam di nav parêzgehên Îranê de pileya duyem û sêyem a bêkariyê di Îranê de hene.

Pêka rapora nawenda Îranê, sala 1384 nêzîk %5. 11 ji heşîmetên Îranê bêkar bûn, eva di demekê de ye ku di dawiya sala 1392 pêka îdiayên rayedarên Îranê di pêwendî tevî dabînkirina kar bo 1milyon û 600 hezar kesî, ev amar piştî derbazbûna 8 sal %7 çûye serê.

Li gor vê amarê, nêzîk %9 ji heşîmeta Îranê karê natewaw heye û qasa bêkariyê di nava ciwanên temen 15 heya 24 salî de %26.9 e.

Berpirsên bajarê Îlamê her tim bes ji pêkanîna derfeta kar û herwusa dewlemendbûna vê parêzgehê li warê petrolê dikin, lê niha jî piraniya ciwanên bajarê Îlam bêkar in.

Li gor amara vê dawiyê, Îlam di asta Îranê de xwediyê %11 gaz û %7 petrola xwazayê ye û di rojê de 160 hezar bermîl petrol di astê parêzgehê de tê berhemanîn.

Li gor gotina berpirsên rejîma Îranê, zêdetir ji %25 xelkê Îlamê bê karin û tevahiya wan hewlên ku bo binbirkirina bêkariyê girtibûne pêş bê encam man.