Salek bi ser lehiya parêzgeha Sîstan û Belûçistanê re derbas bû, lê heya niha ti xizmetguzariyek bo qerebûkirina wan xisaran nehatiye kirin û xelk di rewşek xirab de ne.
Meha Befranbara sala 1398an, lehiyek bihêz li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê rabû û zirarek zêde gihande avahî, çandinî û terşê xelkê, û xelkê vê deverê û nêzî 27 gund û 13 bajar rastî zirarên micid hatin û bê mal û hal man.
Serokê Saziya bername û bûce yê rejîmê,“Mihemed Nûbexit” gotibû, “16 hezar 250 avahiyî û 8 hezar malên zirardîtî dê bên avakirin, lê wekî sozên wan yên din tine gotin bûn û xelk niha jî bê mal û hal e û rewşa wan nebaş e û ti çareseriyek bo wan nehatiye kirin.
Her wekî ku tê zanîn Parêzgeha Sîstan û Belûçistan, ji aliyê rejîma Îranê ve parêzgahek piştguhxistî ye,û niha di wê halê de ti avirekê ji wan nadin.