Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Parêzgehên Kurdistana Rojhelatê zortirîn rêjeya nebûna kar li Îranê de

16:00 - 15 Nîsan 2013

Kurdistanmedia: Nawenda amara Îranê li raporekê de rêjeya nebûne kar li Îranê %12.2 ragehand û parêzgehên Kurdistana Rojhelatê zortirîn rêjeya nebûna kar li Îranê de ye.

Nawenda amara Îranê, ku tenê nawenda fermî a bo ragehandna amara nebûna kar li Îranê eşkere kiriye, li koma giştî de 24 milyîon hevwelatiyên ektîv li Îranê, 2 milyîon û 944 hezar û 158 kes bêkarin.

Li rapora nawenda amarê de hetiye, %17.3 xelkê parêzgeha Îlamê bêkarin, ku bilintirî pila bêkariyê li hemû parêzgehên Îranê de heye, û li gel sala 1390’a rojî berawurd dikî %2 jêhel çûye.

Her li gor amara han rêjeya nebûna kar li parêzgeha Kirmanşanê çûye serê.

Ji aliyek din ve rêjeya nebûna kar li parêzgeha Urmiyê %11.1 û parêzgeha Kurdistanê %14 hatiye ragehandin.

Karnasê şareza yê pirsa çivakî û şarejayê amarê li ser vê bawerê ye, amara rasterast ku heye ji vê amara ku hatiye bilav kirin zêdetire.

Amara han di demekê de hatiye bilav kirin ku li sala 1391’a rojî tûşî qeyrana abûrî bûye û piraniya kargehên berhemhêner a wî welatî hatine darxistin.

Li gor vê amarê nawendiya amara Îranê parêzgeha Îlamê li asta Îranê û di nav parêzgehên Kurdistana Rojelatê zortirîn rêjeya amara nebûna kar heye û eva di demekê de ye ku serkomarê rejîma Îslamiya Îranê li serdanek bo parêzgeha han belên dabû ku rêja nebûna karê kêm bike û lê heya niha tu belênek nahatiye cîbicê kirin.