
Banka Navendî a rejîma Îranê, amareke belav kiriye ku pêka wê amarê, parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê kêmtirîn şiyana xizmet kirinê hebûne.
Di wê amarê de hatiye ku, parêzgeha “Sinê”, piştî parêzgeha “Sîstan û Belûçistan”ê, şiyana xizmetkariya herî kêm hebûye.
Piştî parêzgeha “Sinê”, parêzgeha “Urmiyê” ji aliyê karûbarên bankî û pere de, şiyana kêmtir a xizmetkariyê hebûye.
Parêzgeha “Kirmaşan”ê di rêza nişîv a wê amarê de ye ku tenê şiyana xizmetkariya wê ji çend parêzgehan zêdetir bûye.
Parêzgeha “Îlam”ê, di nava parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê de, zêdetirîn şiyana xizmetkariyê hebûye ku ew jî, bi sedema projeyên gaz û nefta wê parêzgehê ye.