Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Parlemana “Kataloniya”yê Birêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê bi fermî nas kir

12:00 - 22 Çirriya pêşîn 2021

Di Parlemana Xodmoxtar a “Kataloniya”yê de bi piraniya dengan Birêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê bi fermî hate naskirin.

Di rojên derbasbûyê de li Parlemana Xodmoxtar a “Kataloniyayê”, bi beşdariya 124 parlemantaran û 110 dengên erênî, Birêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê bi fermî hate naskirin û çendîn paremantaran li ser Rojavayê Kurdistanê axivîn û piştevaniya xelkê Kataloniyayê li Rojavayê Kurdistanê dane xuya.

Herwisa Parlemantara “Kataloniyayê”,  “Susana Segovia Sanchez” basê rolê jina Kurd kir û di vê derheqê de got: “Eva şorişeke fêmênîstî ye ku jin li navenda biryarê de daniye”.

Herwisa Parelantareke din a Parlemana Xudmuxrat a Kataloniyayê ya bi navê “Eulalia Reguant” di wê derheqê xelkê Kurdistanê de got: “Kurdan her tim gotiye me ti dostek biliî çiyayan tinîne, lê niha xelkê Kataloniyayê jî hevalên we ne”.

Parlemana Kataloniyaya Xudmuxtar a Îspaniyayê 135 parlemantar hene ku her 4 salan carek têne hilbijartin û Parlemana Katalonioya di bajarê Barselonê de ye û bi 110 dengên “Erê” Birêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê bi fermî nas kir.

Kataloniya Xudmuxtar nêzî 40 hezar kîlometarên 2cî ye û ji parêzgehên “Barsêlon, Lorîda, Xîrona û taragona”yê pêk hatiye.