Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Parlemena Sûriyê Komkujiyên Ermeniyan ji aliyê Tirkan ve Jenosayid nas kir

11:34 - 14 Şibat 2020

Parlemena Sûriyê komkujiya ku di salên 1915 û 1917`an de li dijî Ermenan pêkhatbûn, wekî "jenosayid" nas kir, eve jî dê bibe sedema zêdebûna netebayî ya di navbera Enqere û Demeşqê de, bi taybet piştî zêdebûna pirsgirêka di navbera wan di Idlîbê de.

Parlemenê di daxuyaniya xwe de dibêje: “Em komkujiyên li dijî Eremeniyan li ser destê dewleta Osmanî, ku li destpêka sedsala 20`an pêkhatbûn, şermezar dikîn”.

Heta niha 30 wletan komkujiyên Ermeniyan ji aliyê Osmaniyan ve, wekî jenosayid nas kirine, ku tê texmînkirin 1 milyon û 200 heta 1 milyon û 500 hezar Ermen, ji aliyê Osmaniyan ve bi kom hatibine kuştin, di dema şerê cîhanî yê yekem de ku dewleta Osmanlî wî demê digel Almaniayê bû.

Biryara parlemena Sûriyê di wê demê de pêkhat, dema ku ev çend hefteye aloziyên di navbera Tirkiyê û Sûriyê de gihane asta herî bilind û leşkerên herdu aliyan li Îdlibê hatine kuştin.