Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Parlemênta Kanada û biryarek berpirsane û dîrokî

16:56 - 24 Hezîran 2013

Arif vêlzî

Roja 5’ê Hezîrana 2013’an, di 25’mîn salvegera komkujiya girtiyên siyasî ên sala 1367’an li Îranê, parlemênta welatê Kanadayê weke yekemîn welat li ser astê cîhanê, di pêşqedemiyek dîrokî û biryarek cesûrane de, gelaleya komkujiya girtiyên siyasî ên sala 67’an (1988) ku ji aliyê “Kempêna komkujiya 88’ê” ve hatibû amadekirin, li gor yasa û pîvanên navnetewî weke cînayet li dijî mirovahiyê bi fermî naskir û piştre, roja 1’ê Çileya pêşîn bi armanca hevderdî û hevxemî tevî malbatên kuştiyên vê cînayetê, weke roja hevpêwendî digel girtiyên siyasî di Îranê de diyarî kir. Her piştî vê biryarê jî, wezîrên Karûbarên Derve û karûbarên Penaberan di dewleta Kanadayê de, di daxûyaniyekê de hevxemiya xwe tevî malbatên wan kesan nîşan dan ku di dirêjahiya 34 sal temenê Komara Îslamî de, bi tawana bê tawaniyê hatine kuştin.

Eşkere ye ku di demsala havîna sala 1367’an de, hevdem di gel rêkevtinnameya 598 a di navbera Îran û Îraqê de derheq bi davîanîna şerê 8 sale ya di navbera wan de, Xumeynî rêberê olî yê Komara Îslamî di fitwayekê de ragehand ku tewahiya girtiyên siyasî ên ku xwediyê dîtingehek cuda di gel Komara Îslamî ne bihên îdamkirin. Piştî vê fitwayê kuştara girtiyên siyasî dest pêkir û tenê di Hezîrana wê salê de bi hezaran girtiyên jin û mêr ên bê tawan bi bê dadgehîkirin hatin îdamkirin û li goristanên curbicur û di gorên bikom de hatin veşartin û bi vî awayî, rûpelek din ji cînayetên Komara îslamî a Îranê hat hildan.

Herçend tewahiya demsal û salên temenê Komara Îslamî a Îranê, pir e ji cînayetên tirsnak, girtin, îşkence, teror û jinavbirina azadîxwaz û cudahizran li hindûr û derveyî Îranê, lê eva ku cihê dilêşiyê ye ev e ku, beravajî biryara parlemênta Kanadayê, bi sedema parastina berjewendî û mijarên aborî û siyasî, gellek caran welatên pêşkevtî û demokratîk û heta nawendên navnetewî jî, çavpoşî ji wan cînayetên Komara Îslamî kirine û her eva jî, bûye sedema destberdana vê rejîma hov bona afirandina cînayetên zêdetir.

Lewra me dît ku dehka 60’î û piştî wê di Îranê de, bûye dehika komkujî û jinavbirina fîzîkî û tesfiyeya cudahizran û di encam de bi hezaran azadîxwazên weke Dr. Qasimlo, Dr. Şerefkendî, Şapûr Bextiyar, Kazim Recewî û ... hwd, ku di eniya opozisyona dewleta Xumeynî de bûn, di navxwe û derve hatin teror û îdamkirin.
Niha jî û hevdem digel biryara dîrokî a parlemênta Kanadayê, nêzîk bi sê hezar çalakên medenî, mesebî, sendîkayî, xwendekarî û çalakên siyasî ên gelên Îranê, di girtîgehên Komara Îslamî de ne û hejmarek ji wan jî çavnihêriya hukmê îdamê dikin.

Lê eva ku cihê dilxweşî û hurmetgirtinê ye, biryara parlemênta Kanadayê ye, jiber ku bê guman rengdan û bandora xwe heye, û zengek xeterê ye bo karbidestên Komara Îslamî di vê derheqê de ku, hêj welatên xwedî wîjdan hene ku komkujiya dehika 60’î jibîr nekirine û rê bo ducarîbûna vê ezmûna tal nadin. Girîngtir ji wê jî ev e ku hekî bêt û dirêjî bi pêvajoya vê gelaleyê bê dan û ji bo parlemênta Ewrûpa û welatên din ên xwedî bandor bê şandin û ji aliyê civaka cîhanî ve bi fermî bê nasîn, dibe kartek fişarê bona zêdetir îzolekirin û di encam de dedgehî kirina karbidestên wî çaxî ên Komara Îslamî ku rêkxer û rêveberê pêvajoya komkujiyê bûn.