Kêyhan Mihemednijad
Di demên berê de ku Berq tine bû û hemû endamên malbatê bi hev re di xaniyeke kevin de û di bin kursiyekî de dirûniştin, wê demê dapîra me behsa çîroka parsekekî û paşayê dîktator û bêdengiya xelkê dikir û bi demjimêran dawî li çîrokê nedianî.
Digot: Demên berê li welatekê de, paşayek hebû ku dîktator û bihêz bû. Hem di warê eskerî de û hem jî, di warê çandiniyê de welatê wî bihêz bûye. Li ber deriyê kela paşa parsekek hebû û dema ku kesekî dewlemend ji wir re derbas dibû pereyek zîv dida wî. Çend salekî derbas bûn û rojekê şah xewnek dît ku tê de jê re têdejêre gotine, dema mirina te hatiye. Divê tu wesiyetnameya xwe de binivîsî piştî te, pasrekê ber deriyê kelê bikin paşayê welat. Paşa tim ew xewn didît. Rojekê gazî eskerekî xwe kir û jê re got gazî wî parsekî bikin û dixwazim wî bibînim. Dema ku şah ew parsek dît, xewna xwe jê re got.
Paşayê welat piştî çend mehan koça dawiyê kir û li gor wesiyetnameya wî, parsekê ber deriyê kelê kete dewsa wî. Ew parsekê ber derî ku bibû paşayê welat, kesekî hejar û nexwendevar û bê mal û hal bû û ji siyaset û rêveberiyê jî tiştek fêm nedikir. Paşayê nû dest bi kar bû û hêdî hêdî bû kesekî dîktator û zalim. Paşa di heyama çend mehan de biryara tepesekirina xelkê bê sûç û bê guneh da.
Wî paşayê nû dixwast xelk, nexwendewar bimînin û kesên pispor nemînin, û berpirsên leşkerî û ên din jî, fêr dikirin ku dizî û derewan bikin da ku bikarin dest danîn ser heyîya wî welatî. Kesên ku behsa ol jî dikirin, bêserûşûn dikirin û kesî nedizanî ew birine kuderê. Berpirs û leşkerên paşayê nû, hemû bi hêsanî hîn bibûn ku çawan dizî, gendelî û destdirêjiyê bikin. Parsekê ku bibû paşa, ne tenê destûr û yasa bicî nedikirin, belkî karên xirab jî encam didan; bo mînak destdirêjî dikire ser keç û jinên xelkê hejar.
Ew parsekê berê û paşayê nû, bibû diktator û dixwast hemû tiştî ji nav bibe û qasê jiyana xelkê dakeve û ew neçar bibin parsekiyê bikin. Armanca wî ev bû ku xelk nekarin nerazîbûna xwe nîşan bidin û tenê li pey nanekî bikevin ji bo jiyana xwe û zarokan.
Wê demê ev çîrok bo min cihê pirsiyarê bû, lê dema ku ez mezin bûm û min tepesekirin dît û min nexwendewar dîtin û kuştina kesên bê sûç dîtin ku zarokên wan jî sêwî mabûn. Herweisa min hezaran tiştên din, dîtin û min zanî ku dîktatorek di wî welatî de heye. Çîroka ku dapîrka me ji me re gotibû, rast bû û parsekê duh, bibû dîktatorê îro.
Bingeha wê hikûmeta ku berpirsên wê bi tepeserkirin û kuştina xelkê û hezaran tiştên din gihîştibin wê astê, li ser dizî û kuştinê hatiye avakirin, Encama wê jî ev e ku dîktatorek tê afirandin ku welatiyên xwe yên bê sûç tepeser dike.
Berpirsên rejîma Îranê bi hertim îdia dikin ku ti girtiyekî siyasî di girtîgehên Îranê de nîn e. Her di vê pêwendiyê de roja Yekşemiyê 9`ê Cozerdana 1398`an Xulamhusên Îsmaîlî Berdevkê Saziya Dadê a Îranê dabû zanîn ku, di girtîgehên Îranê de ti girtiyekî siyasî tine ye û kesên ku di girtîgehan de ne, ew kes in ku çalakî li dijî ewlehiya netewî encam dane û dijberên şoreşê ne.
Ew berpirsê rejîmê di demekê de wan çewtekariyan dike ku, sala 2018`an herî kêm 10 hezar kesên bê sûç wek çalakvanên jîngehparêzî, çalakvanên medenî, rojnamevan, xwendekar û karker û … hatine binçavkirin û di girtîgehên Îranê de ne.
Herwisa li gor amarên herî dawî ên navenda Amar û Zanyariyên Wezareta Kar a rejîmê, li Îranê de 449 hezar zarokên kar hene ku %14 wan zarokan, ji bo peyda kirina nanê jiyanê, karên dijwar û cihê tirsê dikin.
Brepirsên rejîma Îranê tenê axaftinên nûnerê Xwedê wate Xamineyî cîbicî dikin û welat bi rêwe dibin, û jiyana welatiyan tal kirine. Her biryara ku ji aliyê nûnerê Xwedê ve bê daîn, ew demûdest cîbicî dikin. Berpirsên Îranê behsa vekheviyê dikin û berdewam dibêjin em mafê jinan binpê nakin, lê di rastî de mafên jinan li Îranê de, tenê bi axaftin tê dayîn. Berovajî gotinên wan, jin tenê koyle ye û hemû mafên wan hatine zewtkirin. Di heyama çend rojên derbasbûyî de li parkeke bajarê Tehranê, polîsên rejîmê bi sedema ku jinekê bi avê leyîstiye, û pora wê ji bin laçka wê derketibû, weke terorîstekê reftar li gel dikirin û bi lêdan û bêrêzîkirinê, ew veguhestin îdareya polîs. Ev, tenê mînakek bû lê bi hezaran mînakên din hene ku bi awayên cuda li wî welatî de bêrêzî bi jinan tê kirin.
Rejîma dîktator a Îranê bi sedan milyar tûmenan ji dahata neftê û heyiya xelkê ji bo girûpên terorîstî û kiryarên terorîstî terxan dike. Xortên bê sûç di girtîgehan de dikuje û termên wan qet nade malbatên wan. Sedan kiryarên terorîstî li derveyê welat encam dide û mînakên herî berçaw terorkirina rêberên PDKÎ li ser maseya danûstandinê ye. Mînakeke din, 18 mehan nedana miz û hiquqê kedkaran û lêdana derbeyên qamçoyê li ber çavên xelkê, alîkarînekirina berketiyên lehîyê û hatina erdhejê û ji aliyekî din ve, dizîana alîkariyên wan û şandina ji bo terorîstên dervey welat, avakirina xwendingeh, nexweşxane û ... li Lubnan û Îraq û Wenzoîlayê. Ev jî di demekê de ye ku welatiyên Îranê jî di jêr xêvetan de dijîn. Herwisa kiryarên din weke şandina mûşek, çek û teqemeniyian ji bo girûpên terorîstî, di demekê de ye ku li pitir ji 6 hezar gundên Îranê de ava vexwarinê tine ye. Gelo eger eva karên dîktator nîn in, karên kî ne? Bi hezaran mînakên din hene ku nûnerê Xwedê bi van karên xwe, welatiyan birçî dihêle.
Gelo heya niha we guh daye gotinên Elî xamiyenî ku xwe nûnerê Xwedê dizane? ew hertim behsa dujminan dike û tim di nav gotinên xwe de peyva dujmin bi kar tîne. Bo mînak, peyvên weke "Berxwedanî li hemberî dujmin, jinavbirina dujmin û ji naw birina şiyana dujmin" bi kar tîne. Ew dîktatora Hertim dujminê xeyalî bo xwe re diafirîne, daku bikare bi tirsandin û hovîtiyê, bingehên xwe ên totalîterî xurttir bike û rexnegiran jî tepeser bike.
Belê parsekê duh, îro dîktatorê nû ye.
Naveroka vê nivîsê, nerîn û dîtina nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistan Media jê berpirsiyar nine