Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Partiya Azadiya Kurdistan- Bakur bi minasibeta 10`ê Xakelêwe peyamek belav kir

18:27 - 31 Adar 2022

Partiya Azadiya Kurdistan-Bakur bi minasibeta 10`ê Xakwelêwe roja Şehîdên Kurdistanê û 75`emîn salvegera şehîdkirina Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî ji aliyê rejîma Paşayetiya Îranê ven peyamek belav kir.

Deqa peyamê wiha ye:

Em Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî bi giramî bi bîr tînin

Serkomarê Kurdistanê, Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî di roja 31.03. 1947an de li bajarê Mehabada Rojhilatê Kurdistanê, li meydana Çarçirayê, ji alîyê dewleta Îranê ve hatin darvekirin.

Jiyan, helwest, şexsîyet û wasîyet û parastinnameya li mehkemê ya Pêşewa Qazî Mihemed di eslê xwe de rêbaz û hişmendîya Kurdistanî pêşkêşê me dike.

Wasîyet û parastinnameya Pêşewa Qazî Mihemed ji bo îro jî wazîfeyên me yên netewî û dîrokî nîşanê me didin.

Gelê Kurdistanê dê Pêşewa Qazî Mihemed û şehîdên Kurdistanê ji bîr neke.

Helwesta Pêşewa Qazî Mihemed ya bi rûmet û nesîhetên wî îro jî di têkoşîna azadîya Kurdistanê de rêya me rohnî dike.

Em di 75emîn salvegera darvekirina wan de Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bi bîr tînin.

Partîya Azadîya Kurdistan- Bakur