Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Partiya Azadiya Kurdistanê di 33emîn salvegera şehîdbûna “Dr. Qasimlo” peyamek belav kir

18:02 - 13 Tîrmeh (Temûz) 2022

Partiya Azadiya Kurdistanê “PAK” ya Bakûr li derheq şehîdkirina “Dr. Qasimlo” û hevalên wî ji aliyê dîplomat terorîstên rejîma Îslamiya Îranê li bajarê “Viyen”ê,33 salan berî niha tevî rêzgirtin ji yada “şehidên Viyenê” peyamek belav kirin.

Deqa peyamê wiha ye:

PAK: Em Dr. Abdurahman Qasimlo bi rêzdarî bi bîr tînin.

Sekreterê Giştî yê PDKÎ (Partiya Demokrat a Kurdistan a Îranê) Dr. Ebdurehman Qasimlo di 13`ê Tîrmeha 1989`an de li Viyenaya paytextê Austuryayê ligel berpirsyarê derveyî Welêt yê PDKÎ, Ebdulla Qadirîazer û Dr.Fazil Resûl, ji başûrê Kurdistanê, ji aliyê îstîxbarata Îranê ve di hotelê de hatin qetilkirin.

Dr. Abdurahman Qasimlo û hevalên xwe gava civîna goftûgoyan ya bi dîplomatên Dewleta Îranê re lidardixistin, ji aliyê sîxorên dewleta Îranê ve tûşî vê komployê bûn.

Mixabin, dewleta Austuryayê, di derbarê qesas û plangerên vê qetlîamê de ti doz venekiriye. Dr. Abdurahman Qasimlo, siyasetmedar, rewşenbîr û dîplomatekî welatperwer bû.

Dr. Abdurahman Qasimlo herweha pêşmerge û rêberekî bi tecrube û hêja bû ku, ne bes ji kîsê PDKÎyê, lê belê ji kîsê hemû Kurd û Kurdistaniyên cîhanê çû.

Dewleta Îranê beriya qetil kirina Qazî Mihemmed, Dr. Ebdurehman Qasimlo û Dr.Sadiq Şerefkendî jî, piştî wan jî gelek caran bi rêyên komplo û kuştinan xwestiye têkoşîna azadiya gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê bifetisîne.

Lê belê ti komplo û qetlaman nikaribûye rê li ber têkoşîna azadiya gelê me bigire. Ew ala ku Pêşewa Qazî Mihemmed teslîmî Mele Mistefa Barzanîyê nemir kiribû îro jî li Rojhilatê Kurdistanê di destê pêşmergeyên qehreman de liba dibe.

Ala Kurdistanê li hemû perçeyên Kurdistanê ji bo azadî û serxwebûnê tê hildan.Dr. Ebdurehman Qasimlo û hemû şehîdên Kurdistanê, di têkoşîna hemû şervanên qehreman û kedkarên doza azadiyê de dijîn.

Di 33emîn salvegera şehadeta wan de em Dr. Ebdurehman Qasimlo û hevalên wî bi rêzdarî bibîr tînin û bi vê minasebetê carek din jî em dewleta Îranê rûreş dikin.

13.07.2022

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê