Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Partiya Demokrat a Kurdistan, Komele-Rêkxirava Kurdistanî ya Partiya Komonîst a Îranê û Partiya Azadiya Kurdistanê, sersaxî dane Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

13:05 - 23 Gulan 2021

Piştî şer û pevçûna Hêzên Pêşmergê Kurdistanê digel hêzên dagîrker ên Komara Îslamî ya Îranê, Partiya Demokrat a Kurdistan, Komele-Rêkxirava Kurdistanî ya Partiya Komonîst a Îranê û Partiya Azadiya Kurdistanê, sersaxî dane Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê.

Naveroka wan peyaman wiha ye:

Hekî hilgirtina çek bona berevanîkirin ji axa Kurdistanê erkek pîroz a nîştimanî ye, ew şehîdbûne di wê rêyê de nemirî û serbilindî ye.

Di wan peyaman de hatiye ku “em hevxemiya xwe digel malbatên wan şehîdan radigehînin”.

Li beşek ji wan peyaman de hatiye ku “em sersaxiyê dibêjine Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û malbatên wan şehîdan û xwe bi şerîkê xema wan dizanin”.

Di wan peyaman de tekezî hatiye kirin ku: “Em xwe bi domderê rêbaza şehîdan Enwer Nesîrî Çiyane naskirî bi Simko Mehmel û Suhrab Xedîrîpûr naskirî bi Şaxewan dizanîn”.