Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Partiya Demokrat a Kurdistana Îran: Em piştevaniyê ji xwenîşandana xelkê dikin

17:06 - 17 Çirriya paşîn 2019

Kurdistanmedia: Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di daxuyaniyekê de, tevî şermezarkirina siyaseta rejîmê li derheq givaş xistina zêdetir bo ser xelkê, piştevaniya xwe li vê bizava nerazîbûna xelkê bi her awayekî ku heye, dide xuyakirin.

Daxuyanî bi wî awayî ye:

Daxuyaniya Navenda Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, li derheq nerizayetî nîşandana xelkê li derheq bilindkirina nirxa Benzînê

Hevwelatiyên rêzdar

Civatên xelkê jêr sitem ên Îranê

Civatên xweragire xelkê Kurdistanê

Rejîma komara Îslamî ya Îranê ku di bin barê giran ê givaşên aborî de ye, û bona derkevtina ji vê rewşê, çi rêkekî din ji bilî givaş anîna zêdetir bo ser xelkê jêre nemaye.

Di vê derheqê de û di çarçova givaşxistina zêdetir bo ser xelkê, nişkêve û bi bê ti rûnkirinekê li pêşwexet de, ragihand ku, di roja 24`ê meha Xezelwera 1398`an de, dana Benzînê sehmiye bendî dike û hem %50 ji nirxa benzîna sehmiyeyî anku li 1000 tûmen bo 1500 tûmend zêde dike û nirxa benzîna azad jî heta 3 hêndê yanî 1000 tûmen bo 3000 tûmen zêde dike.

Ew biryare li nişkêve û di demekê de hate ragihandin ku, çend rojan berî hingê, demûdezgehên peywendîdar ên rejîmê, sehmiye bendî û bilindkirina nirxa Benzînê, wekî dengo û dûr ji rastiyê hesibandibûn û bi tewawî red kiribûn.

Ew biryara rejîmê bi qasekê neserrast û newekhev bû digel jiyan û derbas kirina xelkê, ku dezgehên ewlehî yên rejîmê seh bi egera nerizayetiya xelkê kiribûn, her lewma jî ji êvara roja Înê ragihandin ku ew biryara bê ti pirsgirêkekê hatiye cîbicîkirin.

Ew biryare ku nişkêve ragihandin, bona bi xafil girtina xelkê bû daku bi ser karekê de bikevin ku hatiye encam danê. Lê bi wî halî jî dengê nerazîbûna xelkê bilind bû, û li piraniya bajaran xwenîşandan hatine kirin û wisa tête xûya kirin ku hemû bajarên Îranê bigre.

Hêzên rejîmê ku li zaf cihên bajaran cih girtibûn, xelk dane ber desrêja gullan ku heta niha hejmarek ji xwenîşanderan li Îran û Kurdistanê canê xwe ji dest dane, û dehan kesên din jî birîndar bûne ku tepeserî herwisa dirêjî heye.

Hesen Rûhan Serkomarê rejîmê, her wekî her car, bi mebesta xapandina xelkê û berahîk girtin ji xwenîşandana nerizayetiyan ragihan ku, dahata bilind kirina nirxa Benzînê, dê bi ser %75 ji xelkê belengaz ê Îranê de bête parkirin û ew biryare pêwendî bi qerebûkirina kêm anîna bûdca dewletê nîne.

Eve jî di demekê de ye ku, berpirsên rejîmê berê jî ragihandibûn ku, bona tejîkirina kêmiya bûdcê di cihê pişt girêdan bi dahata neftê, emê pişt bi dahata navxweyî girêbidin û ewajî bi kiryar bi vê wateyê tê ku givaşa zêdetir bêxne ser xelkê, ku bilind kirina nirxa Bezînê yek ji wan siyasetaneye.

Bilindkirina nirxa Benzînê tenê givaşeke yekalî û yek kalayî bo ser jiyan û derbaskirna xelkê nîne, belkî komek bandorên nerênî bi dû xwe de tine ku jiyana xelkê ber bi xirabiyê we dibe û dibe sebebê bilind bûna pareke din ji hewcehiyên xelkê jî. Wekî nirxa emirazên hatûçonê û ew tiştên ku bi sedema bikaranîna Benzînê ve têne berhem anîn. Xelkê bêzarbûyî û belengaz, gelek baş ji encama vê biryara rejîmê tê geheştine û nerizayetiya wan helwêsteke li cihê xwe daye, çimkî dizanin hekî li hember vê givaşa nû ya rejîmê de bê deng bin, rejîm dê givaşan û bilind kirina zaf nirxên din de jî dê mukur tir be.

Rêkxistina nerizayetiyan û bilind kirina dengê nerazîbûna seranserî, kite rêka berahîk girtina bi rejîmê bo givaş xistina ser xelkê ye.

Bi berçaw girtina vê rastiyê, Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, tevî şermezarkirina siyaseta rejîmê li derheq givaş xistina zêdetir bo ser xelkê, piştevanî û piştgiriya xwe li vê meşa nerizayetiya xelkê bi her awayê heye dide xuyakirin û hivîdare ew hereketa destpêkek be bona serkevtina îrada xelkê bi ser rejîma komara Îslamî de.

Hevdem hevxemiya xwe digel malbatên qurbaniyên vê meşê nîşan dide û çê bûna birîndaran jî bi hivî dixwaze.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Navenda Siyasî

26`ê Xezelwera 1398`an

17`ê Çirriya paşîna 2019`an