Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê yarmetî bo Kurdên penaberên Sûriyê rêkir

13:29 - 19 Adar 2013

Kurdistanmedia: Komîsyona Malî a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi rêkirina kelupelên xwarinê alîkariya Kurdên penaberên Sûriyê kir.
Li gor nûçeya nûçegehaniya malpera Kurdistanmedia, berwar 18’ê Adara 2013’an, PDK Îranê, komek kelupelên xwarinê bo kempa penaberên Kurdistana Rojavayê li Herêma Kurdistan rêkir.

Kawe Behranî berpirsê Komîsyona Malî a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi nûçegehaniya “Kurdistanmedia” ragehand: Em weke PDK Îranê, alîkar kirin bi penaberên Kurdistana Sûriyên bi erka netewiya xwe dizanîn û li gorî îmkanan li her hevceyeke alîkariyê bo dabînkirin pişkek li xwastinên wan penaberane derîx nakeyîn.
Behramî Endamê Komîteya Nawendî ya PDK Îranê got: Her demek ev derfete bo me bikeve, li gorî hevceyan di vê varî de alîkariyên mirovî rêdikeyîn, her weku çavan pêştir jî li dema penaberên Kurdên Herêma Kurdistanê me ev alîkariye kiriye.
Pitir ji 70 hezar kurdê Kurdistana Rojava yê, avarên Herêma Kurdistanê bûne û li kempên curbcur ên parêzgeha vî Herîmî de dimînin.