Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Partiya Demokrat û Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê li ser hevhelwestî tekez kirin

11:19 - 31 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Lêpirsyarê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, pîrozbahiya kongere û serketina rêberatiya nû li Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê kir.

Roja Duşemî, 9`ê Befranbara 1398`an (31`ê Kanûna Pêşîna 2019`an), şandeke bilind a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, bi serpereştiya “Mistefa Hicrî”, Lêpirsyarê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, serdana Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê kir û ji aliyê heyeteke bilind a wî Partiyê ve bi serokatiya “Se`id Xalîd”, Cihgirê Sekreterê Giştî, pêşwazî ji wan hate kirin.

Di vê dîdarê de, “Mistefa Hicrî” tevî pîrozbahiya serketina kongere û hilbijartina rêberatiya nû bo berdewamiya kar û tekoşîna Partiya Zehmetkêşan kir, û tekez li ser dostayetî û hevpêwendî digel wê Partiyê û rêberatî û berpirsên ku di kongereya nû a Partiya Zehmetkêşan de hatine hilbijartinê kir.

Her di vê civînê de, tevî îşarekirinek bi rewşa hestyar a deverê û rewşa Kurdistanê bi hemû beşên vê re, herwisa “Mistefa Hicrî” basek li ser rewşa Kurd li Îran û Îraqê kir û sedemên bingehîn yên ser rêya Kurdan, Komara Îslamî bi mezintirîn astenge li ser rêya gihîştina xelkê û nemaze Kurd bi azadî û geşeya civakî û siyasî bi nav bir.

Her di vê dîdarê de, “Se`id Xalîd”, tevî dana hindek zaniyarî li ser kongereya wan, bas li ser diruşma Partiya Zehmetkêşan kir û her yek ji wan rûn kir ku bi çi mebestek û li ber çi sedemekê ev diruşmane hilbijartine.

Di berdewamiyê de, navbirî tevî cextkirin li ser yekrêziya navmalê Kurd li hemû beşan, bas li hewcehiyên detpêkî yên Kurd di wê rewşa hestiyar de kir ku di bûyerên Îraqê de, hewceye zêdetir li yek nêzîk bin û hevahengî û hevhelwestiya siyasî zêter bo Kurd li hemû tiştekê hewcetire.

Di vê dîdarê de, li ser yekgirtî û berdewamiya pêwendiyan tekez kirin.