Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Partiya Demokrata Kurdistana Îran û Komele: Baykota hilbijartinê helewsta herî baş e

20:52 - 21 Gulan 2013

Kurdistanmedia: Partiya Demokrata Kurdistana Îranê û Komeleya Şoreşgêr a Zehmetkêşên Îranê, di daxuyaniyeke hevpar de tehrîmkirina gera 11’ê ya hilbijartên serkomariyê bi helwesta herî di cihê xwe de dan zanîn ku dikare peyama herî mezin ya xelkê Kurdistanê be.

Deqa daxuyaniyê:

Daxuyaniyeke hevpar

Hemwelatiyên rêzdar!

Gelên bindest ên Îranê!

Neteweya azadîxwaz a Kurd!

Rejîma Komara Îslamiya Îranê li Cozerdana sala 1392’an (2013’ê)de 11’emîn dewra hilbijatinên serkomariyê birêve dibe. Vê carê jî weke her tim bi rêxistina pîlanm û şanogeriyên curbicur dixwaze weha nîşan bide ku di nav sîstema Komara Îslamiya Îranê de, û li çarçoveya Wilayeta Feqîh derfeta hilbijartinek dadperwerane heye, û berpirsyarên kargêr û Şorayên herêmî ên rejîmê ji riya hilbijartinê ve û bi deng û îradeya xelkê tên destnîşan kirin, bi vê modêla xelkserdestiya wîlayeta feqîh, wek modêleke serkevtî û îroyîn nîşan bide, û bi çavgirêdana xelkê, weha nîşan bide ku îrade û dengê xelkê li nav hikumeta Komara Îslmaî de rol û dengê xwe heye.
Guman têde nine ku hilbijartinên vê carê jî wek dirêjiya pêvajo û deshilata Komara Îslamiya Îranê bêpar e ji her cure pirensîpeke demokratîk û mhilbijartineke azad û naskirî di cîhanê de. 
Di rastî de beşeke herî zêde a xelkê Îranê û nûnerên rastîn û ji wan neteweyên bindest ên Îranê, û cudabîrên siyasî û ayînî û kêmaniyên ayînî û ên din her bi derbe yasayên dijî demokratîk ên deshilata siyasî hatin avakirin û li ser bingeha îdeolojiya wîlayeta feqîh ji mafên demokratîk ên xwe hatin bêpar kirin. Hewceyê basê ye ku bernameyên bi nav hilbijartinê her di destpêkê de li beyta rêberî û destûpêwendiyên wan wek wezareta Îtilaat û sipaha pasdaran ve dest pê dike, û her li wir jî bidawî tê. 
Weliyê Feqîh ji rioya mîkanîzmên li ber destê xwe berbijarên xwe diyarî dike, û heya vê cihê ku bikare cudabîran ya cudahîxwazan vêde dibe, û şêwaza propagendeyên hilbijartinê diyarî dike. Îmkanatên hikumetî ji riyên curbicur ve dêxne xizmeta berbijarên dilxwaz ên xwe, û bi gefxwarinan û baskirina vir û derevan dengan ji bo kesên dilxwaz ê xwe kom dikin û li roja dengdanê de bi pîlanên curbicur kesên weha tînne ser sindûqan, û heta bi wan destêwerdan û xapandinan jî razî nabin, û destêwerdanê li nav piroseya hijmartina dengan, û heta hewce be, bi saxtekariya milyonî enama hilbijartinê bi dilê xwe diguherin, û bi vî awayî kesên cihê bawera wîlayeta Feqîh ji sindûqan derdixin. Her wek em dizanin posta serkomariyê û ew postên din jî ku li Komara Îslamiya Îranê de, bi nav hilbijartinê jêre birêve dibin, rolek weha li siyaseta giştî û sitratejîk a Îranê de nine, û li rastî de tenê birêveberê biryarên rêber in, ku ew jî xwe li serveyî tevaya yasa û rêsayan ve dibîne, û îdiaya nûnertiya Xwedê dike. Ew kesên ku li vê dewrê de jî beşdar in û li qada rikeberiyê de dixwazin rolê xwe bilîzin, her hemû jî ji mohreyên serekî ên rejîm li heyamê zêdetir li 30 salên borî de ne, û destê wan li tawan û talan û serkût û îşkence û terorê de hebûye, û hinek jî darêjer û bernamedanerê wan tawanan bûne.

Civatên xelkê Kurdistanê!
Bi nav hilbijartinên vê carê jî bona diyarîkirina serkomarî û herweha şorayên gund û bajaran, wek tevaya şanogeriyên dîroka Komara Îslamî de, ne pêver ên hilbijartina azad û dadperwerane têde ye, û ne jî dengê xelkê ên rastîn bi sedema wan astengên ku danîne, dikare rolê xwe ê rastîn bilîze, herweha ne jî ew kesên ku wek serkevtiyê pêşbaziyê tên ragehandin, deselatek weha dibe. Lewra hilbijartina serkomariya vê carê jî bi wan sedeman li gel berjewendiyên rastîn ên we yek nagre, û li gel daxwazên rewa ên we, û li gel nîve demokrasiya welatên paşketî jî yek nagre.
Hevdem tu yek ji wan propagendeyên wan bi qazancê xelkê Kurdistanê ninin, û nikarin tu guherînekê bi qazancê xwastekên gelê Kurd pêk bînin. Kevne pasdar û terorîstên dîroka sê dehikên vê deshilatê ciyê hêviyê û peyamînerê pêşerojek zelal nînin bo civaka Îran û Kurdistanê. Lewra em li ser vê baweriyê ne ku tehrîmkirin û beşdarînekirin li 11’emîn dewra serkomariyê ku roja 24’ê Cozerdana îsal birêve diçe, helwesta her bi cî ye ku dikare meztrin peyama siyasî ya xelkê Kurd bigehîne guhê deshilatê û bîrûraya giştî a cîhanê ku ferq û cudahîdanîn û sitem û bêparkirina siyasî divêt bi dawî bê.


Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Komeleya Şoreger a Zehmetkêşên Kurdistana Îran

21’ê Gulan a 2013’an
31’ê Banemera 1392’an