
Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurdî li Sûriyê(PDPKS) li 67emîn salvegera avakirina Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê peyameke pîrozbahiyê bi hilkefta 25ê Gelawêjê belav kir.
Deqa Peyamê wiha ye:
“Birayê berêz kak Mistefa Hicrî (berpirsê giştî partî demoqratî Kurdistanî- Îran).
Berêzan endamên deftera siyasî û serkirdayetî..
Silav û rêz:
Bi boneya 76emîn, salvegera damezirandina partiya we ya têkoşer û xebatgêr (PDK- I), em bi navê deftera siyasî ya partiya xwe ( Partiya Demoqrata pêşverû ya Kurdî li Sûriya), we pîroz dikin, û hêviya serkeftin û serfiraziyê ji were di xwazinû em hêvîdarin ku di nêzîktirîn demê de yekrêziya herdû balên partiya we were ragihandin, û herwiha di vê boneya pîroz de, em dûpat û çexit dikin li ser parastin û xurtkirina pêwndiyên duqolî dinavbera herdû partiyên me yên bira de, (PDK-I) û (PDPKS).
Her serkeftî bin
16/8/2021
Deftera Siyasî ya( PDPKS)”