Partiya Demokratîk a Gelan “HDP” bi hilkefta 32`emîn salvegera şehîdkirina şehîd Dr. “Ebdulrehman Qasimlo” û hevalên wî li bajarê “Viyen”ê ji aliyê dîplomat-terorîstên Komara Îslamî ya Îranê ve peyamek belav kir.
Peyam wiha ye:
Di 32`emîn salvegera terora şehîd Dr. “Ebdulrehman Qasimlo” û hevalên wî de, em wan bi rêz û minet ve yad dikin û Dr. Qasimlo pêşewayê têkoşer ê doza azadiya gelê Kurd e, em bi rêz û emegnasiyê ve wî bi bîr tînin, û em bejna xwe ji bo canê wî ê paqij û têkoşerên dinê ditewînin.
Rih wî şa be.
Partiya Demokratîk a Gelan “HDP”
13`ê Temûza sala 2021`an