Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Partiya Demoqrata Pêşverû ya Kurdî li Sûriya êrîşa ser Hizba Demokrat şermezar kir

12:11 - 13 Îlon 2018

Kurdistanmedia: Mekteba Siyasî ya Partiya Demoqrata Pêşverû ya Kurdî li Sûriya bi şandina peyamekê hevderdî digel Hizba Demokrat kir

Deqa peyamê weha ye:

Pêşverû topbarankirina Baregehên herdû baskêkn Hizba Demoqrata Kurdistana Îran li bajarê Koya, Pirotisto û şermezar dike

Di sibehiya (08.9.2018)`an de, baregehên herdu baskên Hizba Demoqrata Kurdistana Îran li bajarê Koya li Kurdistana Îraqê, ketin ber êrîşeke dijwar de ji aliyê Îranê ve, û di encam de jimareyek endamên serkirdayetî û kadrên wan şehîd bûn, û bi dehan kes jî birîndar bûne.

Ev destdirêjiya ser miletê Kurd di nav xaka kurdistana Îraqê de, bêguman pêşilkirineke eşkere ye ji serweriya dewleta Îraqê re, her wiha binpêkirine jî ji yasaya navdewletî re, wisa jî ev kiryarên bidarvekirinê ku her serê demekê xortên Kurd li Îranê dikine armanc, ev kiriyar bi xwe jî di wê çarçoveya xurtkirina vê siyasetê de ye, ku li dijî miletê kurd û tevgera wê ya siyasiye tê meşandin, û ev yek jî kêşeyên nava Îranê kûrtir dike, ev ji tenişt ku Îran bi xwe ji ber çendîn kirîzên dinê yên siyasî û aborî kûr dinale.

 Em ji Partiya Demoqrata Pêşverû ya Kurdî li Sûriya de, em vê destdirêjiya ser baregehên tevgera Kurdî li ser xaka kurdistana Îraqê şermezar û pirotesto dikin, û ev êrîş qet alîkariya xurtkirina asayiş û aramiyê, ne li Îran û ne jî li navçeyê bi tevayî nake, û baştirîn çareser ji pirsa kurdî re li Kurdistana Îranê penabirin e ber bi diyalogê, û karkirin e ji bo peydakirina çareseriyekê ji vê pirsê re bi riyên siyasî û demoqratîk.

Qamişlo

08.9.2018

Mekteba Siyasî ya Partiya Demoqrata Pêşverû ya Kurdî li Sûriya