
Kurdistanmedia: Berdevkê siyaseta derve a Pariya “Kesk”a Almaniyayê dane zanîn ku, xelkên nerazî, ji bo bilindbûna nirxa benzînê nehatine ser şeqaman, bekî li dijî gendeliya rejîma Îranê hatine ser şeqaman.
Omîd Nûrîpûr, Berdevkê Siyaseta Derve a Partiya Kesk ragihand ku, em hevderdê xwenîşanderan in, û em dizanin ku ew nerazîbûna ji bo nebûna mafên siyasî, bilindbûna hewcehiyan, gendelî û xirabiya karbidestên komara Îslamî û…hwd serhildaye.
Herwisa “Bîjen Cîrserayî” Berdevkê Siyaseta Derve a Partiya Demokrat a Azad, di ser rûpela xwe a tiwîtirê de nivîsîye: “Xelkê Îranê bi hêceta dorpêçên Amerîkayê nehatine ser şeqaman, belkî li dijî gendelkarî, xirabiya birêveberan û nebûna azadiyê di welatê xwe de, xwenîşandanan bi rê ve dibin.