
Kurdistanmedia: Partiya Maf û Azadiyan li Enqerê heştemîn kongreya xwe ya asayî lidar xist. Di kongreyê de endamên delegasyona HAK-PARê û endamên rêvberiyê amade bûn.
Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR), roja Duşemî 6`ê Xezelwerê (Duşem 28`a Çirriya pêşîn), li Enqerê 8`emîn kongreya xwe ya asayî lidar xist. Di kongreyê de endamên delegasyona HAK-PARê û endamên rêvberiyê amade bûn.
Di kongeryê de nîqaş li ser vê yekê hatibû kirin ku, hejmara endamên rêveberiyê bibe 35 kes, lê dawiyê biryar hate dan, ku hejmar her wekî xwe bimîne ku ji 45 kesan pêk tê.
Di encama kongreyê de “Latîf Epozdemir” wekî serokê partiyê hate helbijartin.
Di kongreyê de wêneyên Qazî Mihemed, Mela Mistefa Barzanî, Şêx Seîd, Seyîd Riza, û herwiha Hemîdê Hecî Derwêş û alaya Kurdistanê jî hatibûne bilindkirin.