
Roja Duşemî rêkevta 8ê Xermananê heyetek ji “Partiya Sewiz a Kurdistanê” bi serperistiya “Heval Milko Baziyanî” serdana Dezgeha Pêwendiyên Giştî a PDKÎ kir û ji aliyê heyeta Dezgeha Pêwendiyên Giştî bi serperistiya “Mihemednezîf Qadirî” ve pêşwazî ji wan hatine kirin.
Di civîneke dostane de “Heval Milko Baziyanî” got: “Armanca me a serdanê pêşvebirina pêwendiya digel PDKÎ ye û em wisa dizanin ku Hizba Demokrat xwedî dîrokek pir ji serwerî û şanazî ye û rêberên wê hizbê rewayiya wê xebat û armanca gelê Kurd bi xwîna xwe xemilandine”.
Piştî gotinên “Heval Milko Baziyanî” Berpirsê Dezgeha Pêwendiyên Giştî “Mihemednezîf Qadirî” li ser siyaseta Hizbê, helwêst, dîtingeha demokratîk û mafxwaziya Hizba Demokrat axivî û di axavtinên xwe got, “em şerefmend in bi hevxebatî û hevkarî digel têkoşr û nîştimanperwerên gelê xwe li her çar parçên Kurdistanê”.
Piştî civînê her du aliyan li ser rewşa niha a Kurdistanê û pêwendiyên dostane tekezî kirin.