
Partiya Sosyalîst a Kurdistan “PSK” Bakûr li derheq şehîdkirina “Dr. Qasimlo” û hevalên wî ji aliyê dûplomat terorîstên rejîma Îslamiya Îranê li bajarê “Viyen”ê li 33 sal berî niha, tevê rêzgirtin ji yada “Şehidên Viyenê” peyamek belav kirin.
Deqa peyamê wiha ye:
Li ser şehîd kirina sekreterê Gîştî yê Hizba Demokrat a Kurdistana Îrane (HDKÎ) Dr. Abdulrehman Qasimlo, endamê Komîta Navedî Ebdulla Qadrîazer û mamosteyê zanîngehê Dr. Fazil ji aliyê terorîstên ser bi rejîma Cumuhuriyeta Îslamî a Îranê ve, 33 sal derbas bûn.
Xeyala rejîma Îranê ew bû ku, bi şehîd kirina Dr. Qasimlo xebata HDKÎ bo azadiya Kurdistana Rojhilatê têk diçe. Lê belê xebat û berxwedana şagirt û hevsengerên Qasimlo nehiştin, ku rejîma Axûndan bigihîje armanca xwe û alaya xebata Qasimlo û hemu şehîdên Kurdistanê bilind ragirtin.
Em bi boneya salvegera 33emîn sala şehîd kirina Dr. Qasimlo û hevalên wî carekî din, bi tundî rejîma Cumhuriyeta Îslamî a Îranê mehkûm dikin û ji hikumeta Avustiryayê daxwaz dikin, ku dosyaya şehîd kirina Qasimlo ji nû ve veke û kujeran bo hizr û ramanên cîhane bidin nasîn.
Baştirîn diyarî bo şehîdan berdewam kirina xebata wan e.
Em piştrast in, ku şagirt û hevsengerên şehîd Qasimlo, sengera xebatê bernadin û alaya Qasimlo û hemû şehîdên Kurdistanê bilind radigrin.
Îro baştirin yadkirina şehîd Qasimlo serxistina proseya “yekxistina refên demokratan” e.
Em piştrast in hevsengerên şehîd Qasimlo mizgîniya “yekxistina demokratan” wê bidin û dilê kurdan şad dilê dijminan reş bikin.
Şehîd Dr. Qasimlo hemu şehîdên Kurdistanê nemir in.
13.06.2022
PSK-Partiya Sosyalît a Kurdistan