Partiya Sosyalîst a Kurdistanê bi hilkefta 25ê Gelawêjê, 75emîn salvegera avakirina Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, peyama ppîrozbahiyê bo PDKÎ şand.
Deqa peyamê wiha ye:
Bo rêzdar “Mîstefa Hîcrî”, Lêpirsyarê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Hevalê tekoşer
Ez bi navê hemû kadr, endam û aligîrên “PSK”, bi boneya 75emîn salvegera damezrandina partiya we, partiya Pêşawa û Komar, partiya şehîd Qasimlo û şerefkendî, pirozbayiya xwe pêşkeşê te dikim û bi rêya te ve pêşkeşê hemû kadr û endam û alîgîrên partiya we, bi taybetî jî pêşkeşê pêşmergên Rasanê dikim.
Partiye Demokrat a Kurdistana Îranê ne tenê bi tementirin partiya Kurdistanê ye, herwisa damezrênerê Komara yekem ya Kurdistanê ye, rêkxerê yekem ya Hêza Pêşmerge ye, ku di dîroka Kurdistanê de bi pîtên zêrîn hatine tomarkirinê û di esmanê Kurdistanê de stêrkên geş û ronahîbexş in.
Hevalê berketî
PDKÎ, partiyeka tekoşer û xebatger e. Di xebata azadiya Rojhilatê Kurdistanê de bi gelek hevraz û nişiv û bi gelek asteng û pirsgirêkan ve rû bi rû bûye. Lê belê partiya we bi himmeta birêveber û kadrên jêhatî û dilsojê ve kariye bi ser astengan de zal be, û pirsgirêkan çareser bike, ku ev yeka hanê bo PDKÎ bûye gencîneyeke siyasî. Bê guman partiya we herwisa bi ezmûntirin partiyên Kurdistanê ye, ku ev yeka hanê ne tenê bo we wekî partiya dost û bira bo me jî cihê şenaziyê ye.
Hevalê xebatger,
Em bi biratî û dostaniya PDKÎ û PSK serbilind in û piştrast im, ku biratiya me wê bihêztir û geştir dibe.
Ez carekî dinê 75emin salvegera damezrandina PDKÎ li gelê Rojhilatê Kurdistanê, bi taybetî li malbatên serbilind yên şehîdan, li hemû rêberayetî û endam û kadr û peşmergên partiya we pîroz dikim. Temenekî dirêj û serketî bo we dixwazim.
Hêvîdar im salroja 76emîn damezrandina PDKÎ li Mehabadê, li meydana Çarçira pêkve pîroz bikin.
Bijî xebata azadiya gelê Rojhilatê Kurdistanê
Bijî PDKÎ
75emin salvegera damezrandina PDKÎ Pîroz Be
Serokê Giştî yê PSK
Mesûd Tek
14 Tebax 2020