Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê digel PDKÎyê kombûnek lidar xist

12:20 - 3 Kanûna Paşîn 2022

Heyeta ya Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê digel heyetek ya PDKÎyê li welatê “Biljîk”ê kombûnek li ser rewşa Kurd lidar xist.

Roja Pêncşemî 30ê Kanûna Pêşîn, Heyetek ya PDKÎ bi beşdariya berpirsê Komîteya PDKÎ li “Biljîk”ê “Fîroz Weysî” û şêwirmendê wê Komîteyê “Dara Natiq” beşdarî li kombûna Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê bi beşdariya Lêpirsyarê Giştî yê Partiya Demokrat li Derveyî Welat “Hebîb Îbrahîm” û du endamên rêberatiya wê partiyê “Ekrem Hemo û rêzdar Mistefa” kirin.

Di wê hevdîtinê de ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, pêşewazî li Komîteya PDKÎyê hate kirin.

Piştre ji aliyê Lêpirsyarê Giştî yê Partiya Demokrat li Derveyî Welat “Hebîb Îbrahîm”, basek li derheq rewşa Kurd li Rojavayê Kurdistanê pêşkêş bi beşdarbûyên kombûnê kir.

Herwisa heyeta Komîteya PDKÎyê li derheq rewşa Kurd li Rojhilatê Kurdistanê basek pêşkêşî beşdarbûyên kombûnê kir.

Di wê kombûnê de bas li hevkariya her du Partiyan li welatê “Biljîk”ê bo bi baştirnasandina pirsa Kurd bo navendên navnetewî li wî welatî, hatine kirin.

Di dawiya wê hevdîtinê de li ser hevkarî û hevpêwendiyên zêdetir ên wan du partiyan wek du partiyên Kurdistanê, tekezî hate kirin.