Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Paş darvekirina hejmarek hemwelatiyên Kurd, rewşa ewlehiya Kurdistanê tundtir bûye

16:02 - 3 Çirriya paşîn 2013

Kurdistanmedia: Liv û tevgera hêzên Sipaha Pasdaran li devera Urmiyê, rewşa laozî ya ewlehî di vî deverî de çêkirin e.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, paş îdamkirina hejmarek hevwelatiyên Kurd li girtîgehên Îranê, hêzên rejîma Îslamî ya Îranê û bi taybet Sipaha Psadarên vê rejîmê, deverên cûr ba cûr ên Kurdisatê û bi taybet herêmên Urmiyê ewlehî kiriye.
Gundê “Ceter”a ser bi herêma “Soma Biradost”a bajarê Urmiyê li şepola ewlehîkirina hêzên rejîm bêbar nebûye û di vê pêwendiyê de hemwelatiyekî vî gundî bi malpera “Kurdistanmedia”ê ragihand: “Hêzekî zaf yê Sipaha Psdarên rejîma Îslamî ya Îranê bi hinceta tirsandina hevwelatiyên vî gundî, rewşa ewlehî di vî gundî de çêkiriye û şevane di cihên cûr ba cûr de bose (Kemîn) dadîn û bi rûnahî bûne hewa vî cihî bi cî dihêlin”.
Hemwelatiyê han ku nexwast navê vî eşkere bibe, da zanîn: “Hêzên han di rojê de li cihên danîna kemîn de namînin, lê bi kincên şexsî têne naw gund.