Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Paş derbas bûna nîzîkî 20 rojan li girtina Xusro û Mes’ûd Kurdpûr tu zanyeriyek li çarenûsa wan diyar nine

20:01 - 26 Adar 2013

Kurdistanmedia: Paş derbas bûna 18 rojan li girtina Xusro û Mes’ûd Kurdpûr du çalakvanên kulturî û mafê mirov, tu zaniyariyek li çarenûsa wan diyar nine.
Xusro Kurdpûr roja pênçşem 7’ê Adar a 2013’an, serbarî lêgerînkirina mala vî bi tawana çalakvanî ya di warê mafê mirov ji aliyê hêzên îdereya Îttlata bajarê Mihabadê hat girtin.
Her di vê pêywendiyê de rojnamevan û çalakvanê mafê mirov “Mesûd Kurdpor” 9’ê Adar a 2013’an, ji bo lêpirsîna ji dosiyeya birayê xwe “Xusro Kurdpor” Rêveberê Ajansa Nûçeyan a Mukrian, serdana Îdareya Îttlat a bajarê Mehabadê kiriye, navbirî jî tê hat girtin.
Destbiserkirina du çalakvanên han li demekê de ye ku çend roj paşê girtina van, parêzvanê wan bi hinceta agahdarbûna rewş û dîtinek li gel Xusro û Mes’ûd Kurdpûr serdana îdareya Îttlata bajarê Mihabadê kiribû, lê serbarî evê ku hêzên Îttlata rejîm nehêlabûn van her du rojnamevanane bibîne, vekaletnama van jî lê sitandine.

4184.jpg


Xusru Kurdpûr rojnamevan û çalakvanê mafê mirov û rêveberê Ajansa Nûçeyan a Mukrian, li sala 2001’an de ji aliyê hêzên ewlehiyên rejîma komara Îslamî a Îranê hatibû girtin.
Paş girtina Mesûd, îdareya Îttlatê navbirî bo ciheke nediyar het veguhastin, berê jî Mesûd Kurdpûr di 7’ê Tîrmeh a 2008’an ji aliyê Îdareya Îttlata bajarê “Bokan”ê hatibû girtin û ji aliyê dadgeha “Şoreş” a bajarê Mihabadê bi 1 sal hepsê û dûrxistinê bo bajarê “Tîkab”ê hatibû mehkûmkirin.