Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pashî ku di 3 rojan da 17 hezar penaberên Rojava hatin kurdistanê, deriyê

21:54 - 19 Tebax 2013

Kurdistanmedia: Komîseriya bilind a NY ragihandin, di sê rojan de 17 hezar penaber hatine Herêma Kurdistanê û ji aliyek din ve deriyê serekî yê sînorê Pêşxabûr hat girtin.
Li gor Komîseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî bo Karûbarê Penaberan, roja şemiyê zêdeyî 10 hezar koçberên Kurd ji Rojavayê Kurdistanê di deriyê sînor ê Pêşxabûr re hatine Herêma Kurdistanê û roja pêncşema borî jî 7000 koçberên din hatine.
Li gor raporteke BBC, aliyên peywendîdar ên Neteweyên Yekbûyî û Hikûmeta Kurdistanê ji bo alîkariya penaberan gelekî di jêr zextê de ne. Netweyên Yekbûyî jî ragehand ku sedema zêdebûna penaberên Sûriyê bi tevahî zelal nebûye, lê belê di vê dawiyê de di navbera Kurdên Sûriyê û Cepheya El-Nusra de gelek şer û pevçûn derketine.
Di beşekî din ê wê raportê de behsa wan cihan tê kirin ku Kurd jê hatine û wiha berdewam dike; ‘’Rayedarên Neteweyên Yekbûyî dibêjin ku ew hejmara zêde ya penaberên vê dawiyê ji bajarên wek Heleb, Heseke û Qamişloyê hatine.’’
Di raportê de qala helwêsta vê dawiyê ya Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî jî tê kirine û wiha tê gotin: ‘’Eger Kurdên Sûriyê bi kuştinê werin tehdît kirin an jî bikevin ber êrîşên terorîstan, Herêma Kurdistanê amade ye wan biparêze.’’
Ji aliyek din ve malpera “Basnews” bilav kir, ji ber zextên ser pira di navber Rojava û Başûrê Kurdistanê de, deriyê serekî yê Pêxabûrê hat girtin.
Tirsa habû ku pira serekî ya Pêşxabûrê xira be lewma derî bi awayekî demekî hat girtin û niha pirek bi navê Sihêl tê bikar anîn.