Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

pasigahekî ser bi Newsûdê agir berda Çiyayê Şemşî

15:34 - 1 Tebax 2013

Kurdistanmedia: Hêzên ser bi pasigaha “Rile” agir berdane daristan û zozanên çiyayê Şemşî li devera Newsûdê.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, pasigaha “Rile” li bilindahiyên bajarê Newsûdê agir berdane çiyayê “Şemşî” û rûberekî zor ê deverê li nav agir de şevitî.

Ew agira ji aliyê Ciwanên bajarê Newsûdê bi alîkariya hejmarek endamên encûmena Sewz (Kesik) çiyayê bajarê Merîwanê konterol kirin.
Her di vê pêwendiyê de “Muxtar Xendanî” yek ji çalakvanên jîngeh parêzî seba dûkel û tînî bûn û agirekî zaf li varê tedirustiyê ve têk çûbû û rêkirine nexweşxanê.

Heyameke agir berbûn û gelek caran jî şevtandina bi enqest ên daristanên Kurdistanê zêde bûye û eva jî tirsekî mezine bo ser jîngeha Kurdistanê.

Divê pêwendiyê de encûmena Sewz (Kesik) a çiyayê Merîwanê li amarekê de bilav kiriye li heyamê 5 mehên derbas bûyî heya niha li bajarê Merîwanê û Sewlawa, nîzîk bi 90 helatên agir kevtin qewimîne.