Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Paşmawa kirs û kewalê nexweşxana Sewlawa, tirs bo welatiyan dirust kiriye

16:03 - 27 Adar 2014

Kurdistanmedia: Komkirin û firedna nasitandard û na tedurustiya paşmawa kirsê nexweşxana Sewlawa, tirseke mezine bo tendurustiya hemwelatiyên wî bajarî.

Li gor raporta Kurdistanemdia û pişt girêdan bi nûçegihaniyên hundir, nexweşxana bajarê Sewlawa li destpêka avakirinê de ku çend meheke dest bikar bûye, heya niha tevî çendîn astengî û arîşan rûderû bûye.

A niha yek ji wan arîşeyane ku silametî û tendurustiya hevwelatiyên bajarê Sewlawa xistiye metirsiyê, firedana nasitandardiya kirs û kewal û paşmaweya mewdaya kîmyayî wê nexweşxanê ye.

Di vê pêwendiyê de paş derbasbûna du heyîv li ser destpêkirina nexweşxana nû a bajarê Sewlawa, seba kêmasiyan hejmarek ji beşên sereke hatin e daxistin.

Nexweşxana Sewlawa him ji varê pêrsonêl û pîzişkê taybet, him jî li varî îmkanat û alavên pîzîşkî bo xizmet bi xelkê wî bajarî bêbarin û ewa jî bû cihê narizayetiya xelkê.