Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Paşmawên gemar, xelkê Seyîd Ava a ser bi bajarê Mehabadê rastî pirsgirêkan anîye

12:01 - 18 Kanûna pêşîn 2019

Kudistanmedia: Paşmawên gemar ên nexweşxaneya bajarê Mehabadê, xelkê gundê “Seyîd Ava” a girêdayê wî bajarî, rastî pirsgirêkan anîye û her bi wê sedemê jî xelkê nerizayetiyên xwe nîşan dane.

Seyîd ava yek ji gundê ku nêzî bajarê Mehabadê ye û hertimî paşmawên gemar ên nexweşxanan û kompaniyayan di wî nêzî wê gundi de dirijînin.

Her bi wê sedemê xelkê gundê Seyîd ava a ser bi bajarê Mehabadê, nerizayetiyên xwe nîşan dane û dane zanîn ku, heya niha çendîn caran daxwaz ji navenda tendirûstî a bajarê Mehabadê kirine ku bo vê pirsgirêkê fikrekî bikin.

Herwisa dane zanîn ku, tevî vê ku çendîn caran nerizayetiyên xwe nîşan dane, lê ti kesek ji wê navendê bersiva wan nedaye.

Ew paşmawên gemar yên nexweşxaneya bajarê Mehabadê xelkê gundê Seyîd avayê rastî arîşeyên gelek mezin anîye û berpirsên tendirûstiyê jî ti fikrekî bo halê xelkê nake.