
Pastarê terorîst Mihemedbaqir Qalîbaf, serokê meclisa 11`emîn ya rejîmê, di yekemîn axavtinê xwe de, li derheq fermandarekî Spaha Pastaran axivî û hundirê rastîne xwe û meclisa terorîstperwer a xwe bo hemû kesê eşkere kir, û da îsbatkirin ku karê wî û meclisê nûneratiya xelkê nîne, belkî domandina gef û teror û tevdaniyê ye.
Qalîbaf bi eşkera ragihand ku rêbaza me wekî meclis, rûbirûbûna digel Amerîka û tewawkirina zincîra tolhildana xwîna Qasim Silêmanî ye.
Serokê meclisa rejîmê got: “Ev karê ku me bi dijî Amerîka di binkeya “Eynul Esed”ê de dest pê kir, dê bi derxistina bi yekcarî ya Amerîka di Îraqê de dawî pê bêt.
Ev gotin û gefên pastar Qalîbafî eyana hindê ye ku meclisa rejîmê her di niha de biryara xwe daye ku hindî bikare bi şerxwazî û gefan û piştevanî ji terorê, malvêraniya zêdetir bi ser xelkê Îranê de bîne.
Pastarê terorîst Qalîbaf di pareke dinê ya axivtina xwe de, danûstandin û pêkhatina digel Amerîka bê encam û pir xisar da zanîn.
Herwisa Qalîbaf nekarî arîşe û şerê desthilatxwaziya di navbera karbidestên rejîmê weşêre û di nava axivtinên xwe de xet û nîşan danane ber Rûhanî û gef xwar ku ew çiyê din îzna xemsariyê nade dewletê.