Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Payama pîrozbahiya Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ bi hilkefta “Cejna Qurban”ê

17:13 - 30 Tîrmeh (Temûz) 2020

Lêpirsyarê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, “Mistefa Hicrî” bi hilkefta “Cejna Qurban”ê peyamek pîrozbahiyê belav kir.

Peyam wiha ye:

Bi hilkefta cejna pîroz a “Qurban”ê, ez pîrozbahiyê pêşkêşê tev xelkê Misilman di Kurdistanê de dikim, û nemaze li malbatên serbilind ên şehîdan û hepsiyên siyasî.

Hevnîştimaniyên rêzdar!

Herçiqas di wan rojên cejnê de, vîrûsa Koronayê, betalî û bêkarî, neberpirsyarbûna Komara Îslamî di hember xelkê Îran bigiştî û bi taybet xelkê Kurd ji aliyekê û tundûtîjîbûna rewşa ewlehî li ser xelkê têkoşer û çalakvanê siyasî û medenî, jiyaneke aram û cejin û xweşî bo kesê nehêlaye, bi wê halê jî, hişyariya xelkê û pêdagirî li ser daxwazên xwe yên rewa, vê yekê nîşan dide ku li hember wan hemû dijwariyan sekînandine û eve jî hêvîbexşa rojên ronak e di paşerojê de.

Cejna we pîroz be û hêviyên we bicih bên.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Lêpirsyarê Giştî

Mistefa Hicrî

9ê Gelawêj a 1399an a Rojî

30ê Tîrmeh a 2020an