Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

PDK Îranê li gel Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê rûniştinek pêk anîn

15:59 - 15 Gulan 2013

Kurdistanmedia: Şandekî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi serperestiya rêzdar Mistefa Hicrî serdana Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê kirin û ji aliyê heyeta Komelê ve bi serperestiya birêz Omer Îlxanîzade ve hatin pêşwazî kirin.

Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, roja sêşemî 14’ê Gulana 2013’an, şanda Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê gel hev civiyan û di vê civînê de hinek pirsên pêywendîdar bi Kurd û deveran hat kirin.

Di vê civînê de rêzdar Mistefa Hicrî sekerterê giştî yê PDK Îranê û rêzdar Omer
Îlxanîzade sekerterê giştî yê Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê, her yek li ser komek pirs û guterên roj û pêywenîdar bi pirsa Kurd li her çar parçên Kurdistanê û rewşa nihaya Îranê û deverê, weke pirsa helbijartin li Îranê, rewşa Kurd li parçên din yê Kurdistanê û pirsa alîkariya hêzên Kurdistaniyan, dane.

Li pişka din a vê rûniştinê de lêkdanek bo rewşa siyasî, abûrî û astengiyê nav balên rejîm di navxwe û deverande hatibû kirin û her du alî li ser vê bawerê bûn ku rejîma Îslamiya Îranê seba siyasta xwe yên îştinah roj bi roj pitir tûşî qeyranê dibe û qudreta çareseriya qeyrana navxwe û deveran tuneye, çunku seba alugurên deverî ew karta fişariya ku pê dilîzin xerîke li dest didin û ji aliyek din ve givaşên abûrî, astengiyên nav kûrahiya rejîm seba berjewendiya giropî yê xwe û tepesekirina bêsînorî li ser xelkê Îranê bi giştî û bi taybet netewên Îranê li asta navxwe û deverê pitir îzole bûye.

Sibaret bi pirsa sinaruya helbijartina rejîma Îslamiya Îranê de serbarî pirpagendan û bazarên germ seba hinek mohrên rejîmê ku hewla parastin û dijêrkirina temenê komara Îslamiyê didin, û her du yek deng bûn ku dorpûçên zêdetir bixne ser helbijartinê û rûn kirine zaftir bo neçuna ser senduqa dang dan bi xalkê bête dan.

Ji aliyê din ve şanda PDK Îranê û şanda Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê li ser yekdengî û hevhizrî û dîtina rêya çareseriyê bo alîkariya zêdetir navbera hêz û aliyên Kurdistana Îranê hevdeng bûn û va dizanîn ku debe bi kiriyar hewlekî cidî bo vê pirsê bête dan.