Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

PDK Îranê, pirsa helbijartina serkomariyê li gel hevalên pêşîn gengeşe kir

16:13 - 22 Gulan 2013

Kurdistanmedia: Heyetekî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi serperestiya birêz Mistefa Hicrî sekerterê giştî yê PDK Îranê serdana hevalên pêşîn kir.

Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, roja sêşem 21’ê Gulan a 2013’an, heyetekî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê serdana hevalên pêşîn kir û ji aliyê rêzdar Xalid Ezîzî ve hatin pêşvazîkirin.

Rêzdar Mistefa Hicrî ku armanca wî ji vê serdanê, guherîna bîr û bûçûnan li ser pirsa 11’emîn gera hilbijartinên serkomariyê li Îranê de bû, baseke siyasî li ser ew kirîza ku rejîma komara Îslamiya Îranê li asta navxweyî û navnetewî de, pêre berbirû ye, pêşkeş kir.

Birêz Hicrî li basa xwe de amaje bi pêkhateya rejîma komara Îslamî weke pêkhateyekî nedemokratîk ku hemû deshelat di çarçoveya “wîlayeta Feqîh” de ye, kir û got: “Vê rejîmê derfeta tu hilbijartineke azad û demokratîkî ji xelkê nehêlaye”.

Sekreterê giştî yê PDK Îranê herweha got: “Erkê siyasî û nîştimanî ya hêzên siyasî ên Kurd ew e ku bi berçavgirtina siyasetekî rastîn û xwendineke hûr li vê helumerca hesas ku rejîma Îslamiya Îranê li nav pêkhata xwe de pêre berbirû bûye, û li asta dereve de jî zêdeter ji caran givaş li ser e, girantir bûye”.

Rêzdar Mistefa Hicrî eva jî anî ber bas ku hewce ye helwesta hêzên siysî li xizmeta armancên siyasî û netewî yên gelê Kurd û piroseya demokrasî li Îranê de be, û pêdagirî li ser hevdengî û rewşengeriya hêzên siyasî yên Kurdistana Îranê li dezgeha ragehandinan de li gorî siyaseta xwe kir û got: “Yek helwestiya me dikare vê peyamê bigehîne ku pirsa Kurd li sereweyî hemû pirsên dine”.
Piştre rêzdar Xalid Ezîzî, ra û bûçûna xwe li ser helbijartinê bas kir û got: “Ew hilbijartin li gel hielbijartinên din cudahî heye, û ew xalên ku rêzdar Mistefa Hicrî li ser axivî, rastiyek e ku xelkê Îranê li jêr sîbera vê rejîmê de tûş bûne, û xelk ji derfetekê digere ku ji vê rewşê rizgar be.
Birêz Ezîzî eva jî got: “Em jî le ser vê bawerê ne ku tehrîma hilbijartinê erkekî siyasî ser milê meye û hewce ye her yek ji hêzên siyasî yên Kurdistanê bi berhevdana xwe li vî warî de, helwêsta xwe bigire û hemahengî jî wezîfa hemiyan e, bo zêdetir ji eşkerekirina siyaset û pîlanên rejîmê ku bi hemû awayekê hewl dide xelkê bînine ser sendûqên dengdanê û di vê pêywendiyê de eşkere kir ku hewce ye wan amadeyiya vl hebe ku li dema her egerekê, hewla hewce bidin, û bo guherîna bîr û raya siyasî li ser pirsên girîng li paşerojê de, hevdengiyekî zêdetir me hebe, û rê û cihên hewce em bigirne ber û zêdetir pirsa Kurd bînne ber bas.
Piştî vê lêkdana siyasî pişikdarên civînê bûçûnên xwe bas kirin û di dawiya vê civîna dostane da li ser alîkarî û guherîna bîrûrayan li ser bas û mijarên siyasî û girîngîdana bi keysa Kurd pêdegirî kirin.
Rêzdar Mistefa Hicrî sipasî pêşwazî û mêvandariya germ a hevalan kir û hêwî xwast ev rûniştina wan helwêstekî siyasî bi dûr re hebe, weke zaf helwêstên siyasiyên din ên Partiya demokrat a Kurdistana Îranê ku giringiyeke dîrokî bi dûr re hebûye.