Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

PDKÎ bi hilkefta 63`emîn salvegera avabûna Partiya Demokrat a Pêşvero ya Kurd li Sûriyê pîrozbahî kir

11:34 - 14 Hezîran 2020

Dezgeha Pêwendiyên Giştî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, di peyamekê de pîrozbahiya 63`emîn salvegera avabûna Partiya Demokrat a Pêşvero ya Kurd li Sûriyê kir.

Deqa peyamê wiha ye:

Rêzdar serkirdayetiya Partiya Demokrat a Pêşvero ya Kurd li Sûriyê

Tevî silavekî gerim

Em bi navê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ve bi hilkefta 63`emîn salvegera avabûna Partiya têkoşer a we, gerimtirîn pîrozbahiyê li we yê têkoşer û endam û Partiya we ya xebatgêr dikin û hêviya serketin ji bo bidestveanîna armancên siyasî, netewî û nîştimanî dixwazin.

Rêzdaran

Partiya we di heyama wan 63 salan de yek ji Partiyên têkoşer ya Rojavayê Kurdistanê û dostê dêrîn ê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bûye. Kesayetiyên xuya û serbilind ên we, nemaze xwedêjêrazî Hemîd Derwêş, yek ji wan kesê naskirî bû û di derheq pêwendiyên netewî de digel rêberên me nemaze rêberê me yê mezin Dr. “Qasimlo” pêwendiyeke siyasî û dostayetî hebû.

Em di wê boneya we ya pîroz de carek din pêwendiyên dostayetî û birayane tekez dikin û bo gihîştin bi armancên netewî yên we û xebata li dijî rejîma dîktatorî ya Sûriyê em piştevaniya siyasî li we dikin û piştevanî li armanên netewî yên Kurd li Rojavayê Kurdistanê dikin.

Bilind û pîroz be 63`emîn salvegera avabûna Partiya we ya têkoşer

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Dezgeha Pêwendiyên Giştî