Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

PDKÎ: Bi nemana Mandêla azadîxwazên cîhanê kesayetiyekî naskirî yê demokrasîxwaziyê ji dest dan.

18:56 - 9 Kanûna pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Bi boneya koça dawiyê ya Nîlson Mandêla Deftera Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ragehandinek bilav kir.

Ku deqa wê bi vî awayî ye:

Mixabin em radigehînin ku Nîlson Mandêla têkoşerê siyasî û xebatkarê naskirî yê dijî apartaydê li Afrîqaya Başûr û rêberê Kongireya Neteweyî ya Afrîqayê, roja Pêncşemiyê 5\'ê Çileya Pêşîn a 2013\'ê, piştî heyamekê nexweşiyê di temenê 95 saliyê de koça dawiyê kir.

Bi nemana Nîlson Mandêla azadîxwazên cîhanê û alîgirên wekheviyê, semboleke xebat û tekoşînê û kesayetiyekî herî naskirî yê demokrasîxwaziyê ji dest da.

Mandêla piştî hilbijartineke demokratîk a giştî li Afrîqaya bi awayekî berçav serkevtin bi dest xist, û bû yekemîn serkomarê çermreş yê wî welatî. Mandêla bi sedema xebat ji bo rizgariyê, û xebata li dijî apartaydê û beşdariya di xebata çekdarî de hate girtin, û 27 salan di girtîgehê de ma, ku piraniya salên girtîgehê jî di bendên takekesî de bû.

Mandêla piştî derketina ji girtîgehê di sala 1990’î de, siyaseteke aştîxwazane girte pêş, û bi têkoşîna berdewam, rê ji bo gihîştina Afrîqaya Başûr bi demokrasiyê û deshilatekê ku nûnerê hemû tex û qatên civakê be, xweş kir.

Reftar û siyaset û helwesta Mandêla di heyama çend dehikan de, çend xelatên aştiyê li pey xwe anîn, û navbirî kire kesayetiyekî cîhanî yê wusa, ku rêz û hurmet ji bo wî ne tenê li Afrîqaya Başûr belkû li raserî cîhanê de jêre desteber kir.

Mandêla ya ku ji xelkê Afrîqaya Başûr re dixwest, ji bo hemû neteweyên belengaz û jêrdest dixwest, û di vê pêxemê de alîgiriya wî ji mafê Felestîniyan û Kurdan rohn û eşkere bû. Me dît dema ku hikûmeta Turkiyê xelata Ataturk da navbirî, wî ragehand ku di Turkiyê de mafê neteweyî yê Kurdan tê binpêkirin, û lewra jî ew xelata wernegirt. Ew rêz û emegdariya ku civaka cîhanî çi di heyama jiyanê û çi jî piştî koça dawiyê ya Nîlson Mandêla li hemberî jiyan, xebat, û serpêhatiya navbirî ji xwe nîşan dan eşkere kir ku yên ji bo mirovahiyê dijîn û di pêxema bidestveanîna mafê mirovan de xebatê dikin, çawan dibne ciyê rêz û hurmeta mirovan, û hemû jî wan kesan bi yê xwe dizanin, û wekî rizgarîderekê lê dinêrin.

PDKÎ tevî eşkerekirina nerehetiya xwe seba jidestdana kesayetî û sîmayekî naskirî yê azadîxwaz wekî Mandêla sersaxiyê dibêje tewaya azadîxwazên cîhanê bi giştî û xelkê Afrîqaya Başûr bi taybetî, û hêviya vê dixwaze ku mînakên wekî Mandêla di qada siyasî û xebata rizgarîxwaziya cîhanê de zaf bin, û her zindî bimînin bîr û baweriyên Mandêla û hêviyên wî di raserî cîhanê de ser bigrin.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Deftera Siyasî
16\'ê Sermawez a 1392\'a Rojî
5\'ê Çileya Pêşîn a 2013\'ê