Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

PDKÎ daxwaz ji Saziya Lêbihorîn a Navnetewî kir ku piştevanî ji “Hidayet Ebdullahpûr” bike

16:56 - 12 Gulan 2020

Pêwendiyên Navnetewî ya PDKÎ di nameyekê de ji Saziya Lêbihorîn a Navnetewî daxwaz kir ku pîştevaniyê ji hepsiyê siyasiyê Kurd “Hidayet Ebdullahpûr” bike.

Pêwendiyên Navnetewî a PDKÎ di nameyekê de ji Saziya Lêbihorîn a Nawnetewî (Amnesty International) daxwaz dike ku po pêşîgirtin ji îdamkirina hepsiyê siyasî yê Kurd di Îranê de, “Hidayet Ebdullahpûr” hemû hewlên xwe bide.

Di wê nameyê de hatiye ku ew hepsî bi tohmeta pêwendîgirtin digel yek ji Partiyên opozîsiyon ên Kurd di Îranê de, cezaya îdamê bi ser wî de hatiye sepandin û pêka zaniyariyên berdest, rojek berî niha, ji girtîgeha bajarê Urmiyê bo cihekî nexuya hatiye veguhastin û metirsiya wê yekê heye ku cezayê ku bi ser wî de hatî sepandin bê cîbicîkirin.

Di wê nameyê de, Pêwendiyên Navnetewî ya PDKÎ, daxwaz ji Saziya Lêbihorîn a Navnetewî (Amnesty International) dike ko bona piştevanî ji “Hidayet Ebdullahpûr”, ku bê hebûna ti tawanekê, zêdetir ji 3 salan e di girtîgeha bajarê Urmiyê de hepis kirine û cezayê narewa bi ser wî de sepandine, hewlên xwe bona rawestandina cîbicîkirina wî hikmê bidin.