Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

PDKÎ li Jinêv ê peymannameya parastina Mafê Jin û Zarokan li dema şer de wajo kir

19:32 - 15 Kanûna pêşîn 2012

Kurdistanmedia: Şandekî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, bi serperestî a Dr. Mîro Eliyar, endamê deftera siyasî û çendîn partên din yê Kurdistana Îranê, peymannama parastina mafê jin û zarokan li dema şer de, li parliman a komara Kantonî a Jinêv ê wajo kirin.
Ligor nûçên gehiştî bi malpera Kurdistanmedia, di destpêka rê û resmê de xanima “Aniya Wyden Goêlpa” berpirsiyarê komara Kantonî Jinêvê, got: Îmzakirina peymannama parastina mafê jinan û zarokan li dema şer de ji aliyên PDKÎ, pingewekî dirokî ye û cihê gotinê ye ew peymanname li cihekî dirokî weke jûerî Alabama a Parlimana komara Kantonî Jinêv ê ciheke ku Konvênsêona Jinêv a yasaya navneteweî a şer li sala 1864 hat pesend kirin û îmza kirin.

Piştre xanima “Elîzabêt Dekreyî Walnêr”, barpirsê rêkxistina Jinêvakal basê vê kir ku şanaziyekî mezine ku jinivakalê kariye li îmze kirina vê biryara nameya girîng û dirokî de bador hebe û xwezî xwest ku hemû bizavên cihanê wek partiyên Kurdî li pêşerojê de gavekî wisa havêjin.

Her di vê pêywendiyê de Dr. Mîro Elîyar bi nuêneratiya PDKÎ axivî û got: bo PDK Î,ê’ cihê şanaziyekî mezine ku ev peymanname ye wajo bike û hemû hewl û cehdê dide ku naverok a biryarnamê bi cih bine.

Rêzdar Eliyar li dirêjiya axavtina xwe de axivî: pirsa parastina mafê jinan û zarokan bo bizavên rizgarîxwazî a gelê Kurd girîngiyekî taybetî heye, lê hewceye ku rêkxistinên navdewletî ê demokratan, çalakane û li nêz ve alikarî ya partiyên Kurdistana Îranê bo vê pirsê biken.
Dr. Mîro Eliyar bi nunerayetiya PDK Îranê divê rê û resmê de amade bû û peymannama parastina mafê jin û zarokan li dema şerde wajo kir.