Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

PDKÎ: Xelkê Kurdistanê nîşan dan ku piştevanê hizb û aliyên siyasî ên xwe ne

18:18 - 23 Îlon 2018

Kurdistanmedia: Navneda Siyasî ya PDKÎ derheq dawîn civîna xwe daxuyaniyek weşand. Deqa daxuyaniyê weha ye:

Daxuyaniya Navneda Siyasî ya PDKÎ

Bo agehdariya we em radigehînin ku Navneda Siyasî ya PDKÎ roja Şemiyê 31`ê Xermananê (22.09.2018)`an  civîna xwe pêk anî.

Ew civîn bi rêzgirtina ji şehîdên 17`ê Xermananê û hemû şehîdên Kurdistanê dest pê kir.

Destpêkê Hesen Şerefî berpirsê Navenda Siyasî basek derheq pirograma karê civînê û herweha ew bas û mijarên ku di vê rewşê de hewce ne girîngî pê bihête dan, pêşkêşî kombûnê kir.

Beşdarên civînê derheq nirxandina boçûnên welatan, û hizb û aliyên siyasî ên Kurd û Îranî û navendên navneteweyî derheq mûşekbaran binke û baregehên Demokrat û şehîdkirina 16 kadr û pêşmergeyan û birîndarbûna zêdetir ji 40 kesî, paş eşkerekirina boçûnên xwe gihîştin vê encamê ku helwest û gotinên hejmarek ji welatên Rojavayî erênî bûn, bi taybetî eva ku bo yekem car di Konseya Ewlekariyê de reftara Komara Îslamî li dijî Hizba Demokrat kete ber bas, ku ew yek bixwe pêngaveke nû bû derheq tevgera Kurd di Kurdistana Rojhilat de.

Helwesta beşek ji aliyên Kurdî erênî û beşeke din herçend ku li gora çavnihêriyên me nebûn, û heta radeyekê berjewendiyên hizbî û rêkxiraweyî tê de hatibû berçavgirtin, lê her ew qas ku li hemberî vê kiryara Komara Îslamî de bêdeng û bêhelwest nebûn, cih pêzanînê ye.

Civînê di çarçoveya van helwestgirtinan de helwesta civatên xelkê Kurdistanê li Kurdistana Rojhilat de, ku pêşwazî kirin ji bangewaza hizb û rêkxiraw û aliyên siyasî ên Kurdistanê bo gireva giştî bi nîşana nerazîbûnê li hemberî Komara Îslamî de, û bi vê hereketa xwe Komara Îslamî be`ecandin, wekî helwesteke dîrokî, pirr girîng û bibandor û cihê rêzgirtinê dane zanîn.

Ew yek jî di rastî de berhema fedakarî û ji xwe bihorîna xelkê Kurdistanê bû, ku nîşan dan piştevanê hizb û aliyên siyasî ên xwe ne, û xwestek û daxwaziyên neteweyî û siyasî ên xwe nîşan didin. Herweha berhema vê yekhelwetsî û yekdengiya hizb û rêkxirawên siyasî ên Kurd bû ku di şêweyeke bêhempa de xwe nîşan da.

 Her lewra jî Navneda Siyasî û Desteya Kargêrî, hizb erkdar kir ku vê yekdengiyê û yekhelwestiyê vegeşîne, û rê nede hinek kiryar û gotaran, ku hevkariyê nakin bi hebûna rewş û hewayeke salim ya siyasî ku di vê rewşê de gellekî hewce ye. 

Civîna Navenda Siyasî ya PDKÎ cardin li ser van behs û mijarên ku di civîna hevpar ya Navenda Siyasî û Desteya Kargêrî ya hizbê de, derheq jêhelbirina aliyê ewlekariyê ya hevalan û binke û baregehên hizbê îşare pê hatibû kirin, rêkarên vê girîngiyê destnîşan kirin.

Di beşeke din ya karê civînê de, pêşniyara Lêpirsyarê Giştî ê PDKÎ birêz Mistefa Hicrî derheq nasandina rêzdar Mihemednezîf Qadirî wekî cihgirê duyem ê Lêpirsyarê Giştî kete ber bas, û di encama dengdanê de, ew pêşniyar hate qebûlkirin, û navbirî bi dengê giştî wekî cihgirê duyem ê Lêpirsyarê Giştî hate hilbijartin.

Civînê derheq berfirehkirina kar û çalakiyên hizbê di hemû şêwazên xebatê de çend rasiparde destnîşan kirin, ku ji riya Desteya Kargêrî ve, bo organên pêwendîdar tê ragehandin.

Qonaxa dawiyê ya civîna Navenda Siyasî nîşandana cardin xem û kul û keserê ya beşdaran bû, derheq şehîdbûna van kadr û pşmergeyên ku di mûşekbarana 17`ê Xermananê de çûne nava rêza karwanê şehîdan, û ew têkoşerên siyasî ku di vê rojê de bi destên rejîma Îranê hatin îdamkirin, û herweha hêviya şefayê jî bo birîndarên vê bûyerê re xwastin.

Civîna Navenda Siyasî paş gengeşekirin û biryardana li ser van basên ku îşare pê hatin kirin, û di destûra karê civînan de bûn, heman rojê dawî bi karên xwe anî.

PDKÎ

Navenda Siyasî

1`ê` Rezbera 1397

23.09.2018